• Saturday, 21 February 2026
logo

Salih Muslim: Em dewleta netewî naxwazin!

Salih Muslim: Em dewleta netewî naxwazin!
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ragihand, ku serdema hizra dewleta netewî derbas bûye û tekez kir, ku ew wek PYD piştgiriyê nadin damezrandina dewletek netewî.

Hevserokê PYDê Salih Muslim di hevpeyvîneke ligel rojnmameya nîvçeferî ya Sebah a Iraqê de ragihand, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan Fobiyaya Kurdî (Tirsa ji Kurdan) heye û her ji ber wê çendê jî bi hemû awayî li dijî hemû destkevtên Kurdan li Sûriyê disekine.

Salih Muslim derbarê pêwendiyên bi Başûrê Kurdistanê re jî got: “Îstîqrara Herêma Kurdistanê li cem giring e û eem destwerdanê di nakokiyên siyasî yên navbera partiyên Kurdistanî de jî nakin.”

Muslim herwiha got: “Em li Rojavayê Kurdistanê serederiyê ligel rewşek cuda dikin û arîşeyên mezintir ji hedê me têne pêşiya me. Çimku em bi hêzên cîhanî yên wek Amerîka, Rûsya û Ewropayê re tevdigerin, ji ber wê jî me zêdetir pêwîstî bi hişyarî û zanîna aliyê stratejîk a Kurdî heye.”

Muslim wiha berdewam dike:

“Serkevtinên Kobanî serê Kurdan bilind kir, çimku hemû xortên Kurdistanê beşdarî di (şerê) Kobanî de kirin, her ji Mihabad, Helebce, Silêmanî ve bigire heta Amedê, her ji ber wê jî li cem me arîşeyên biçûk giring nînin. Ez di wê baweriyê de me jî ku pêwendiyên me bi Herêma Kurdistanê re ji ber sedemên derveyî, bazirganî û aborî ne.”

Derbarê rêkevtina navbera Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Gorranê de jî Hevserokê PYDê da xuyakirin: “Pêwîst e Kurd bizane ku Bexda tekane deriyê stratejîk bo Kurdan û bo her çar parçeyên Kurdistanê ye, çimku ji destpêka ve îtîraf bi hebûna Kurdan kiriye û Kurdan li Bexdayê pêwîstî bi xebata nasandina mafên xwe nîne. Ji ber wê jî ez di wê baweriyê de me ku pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêwedniyên xwe ligel Bexdayê asayî bike.”

Dema dewleta netewî derbas bûye

Salih Muslim behsa encamdana referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê kir û di vê bareyê de jî destnîşan kir, ku dema avakirina dewleta netewî derbas bûye.

Muslim destnîşan kir: “Ez rêz li îradeya gelê Kurdistana Iraqê digirim, lê belê ez di vê baweriyê de me ku dema dewleta netewî derbas bûye û em piştgirî li damezrandina dewletek netewî nakin, ger (ew dewlet) Kurdî be yan Erebî be yan jî Tirkî be. Ew serdem derbas bû. Niha em di serdema demokrasiyê de ne û gerek em hemû pêkhateyan li xwe bigrîn û em amadekariyê bikin bo pêkvejiyana hevbeş.”

Muslim di berdewamiya vê hevpeyvînê de dibêje: “Em netew in û me dîrok heye. Em hewl didin cîhan îtîrafê bi gelê Kurd û mafên wê bike. Ji bilî azadî û jiyana li ser axa xwe, em tiştek din naxwazin, me niyeta wê jî nîne destdirêjiyê jî bikin ser ti aliyekê û em rêz li taybetmendî û mafên hemûyan digirîn.”

Rudaw
Top