• Saturday, 21 February 2026
logo

Ocalan ji zîndana Îmraliyê wê bê veguhestin

Ocalan ji zîndana Îmraliyê wê bê veguhestin
Dewleta Tirkiyê û PKK (Partiya Karkerên Kurdistanê) tê gotin ku rêk dikevin û yek ji xalên rêkeftinê jî veguhestina rêberê PKKê Ebdula Ocalan a ji Îmraliyê bo cîhekî din e.

Çavkaniyeke leşkerî ya li hêzên Sûriyeya Demokratîk ji BasNewsê re ragehand, li gor rêkeftina Tirkiyê û PKKê, gerîllayên PKKê ji nav bajarên Kurdistana bakûr wê xwe bikşînin û Tirkiye jî rê ji bo derbasbûna wan wê vebike ango rê bide ku YPG derbasî rojavayê çemê Firatê bide.

Li gor zanyariyên bi dest ketine, rêkeftin di sê hefteyên derbasbûyî de pêkhatiye û xaleke rêkeftinê jî veguhestina rêberê PKKê Ebdula Ocalan ji girawa Îmraliyê birina wî ya cîheke dine, ku gotûbêj û serdanên fermî li gel hikûmetê asantir be.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk, pêşengtiya YPGê de pêkhatiye û bi piştgiriya Amerîkayê li dijî DAIŞê şerê rizgariya bakûrê rojhilatê Sûriyê yê bajarê Reqqayê birêve dibe.

Basnews
Top