• Saturday, 21 February 2026
logo

PKK: Em gerîlayên xwe ji Şengalê venakşînin

PKK: Em gerîlayên xwe ji Şengalê venakşînin
Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) li ser zimanê berpirsên xwe yên leşkerî li Şengalê ragihan ku, ew dê pêbendî biryara Encûmena PArêzgeha Nînewa nebin ku bi pêwîstî zanî PKKê navçeyê çol bike.

Fermandeyê PKKê li Şengal Egîd Kelarî ragehand: “Biryara Encûmena PArêzgeha Nînewa ku dibêje gereke Gerîlayên PKKê ji Şengalê derkevin di berjewendiya DAIŞê de ye.” Herwiha tekez kiriye ku, Gerîlayên PKKê ji Şengalê dernakevin û dê bimînin.

Kelarî ew jî eşkere kir, ti cudabûn di navbera wan kesên biryar dane û DAIŞê de nîne û got: “Ew kesên ku dengê xwe dane biryarê nabe werin Şengalê.”

BasNews pêwendî bi Kelarî kir jibo wergirtina daxuyaniyekê, lêbelê kesekî din bersiv da û got: “Egîd Kelarî di civînekê de û heta 3 rojên din nikare bersiva ti dezgehek ragehandinê bide.”

Di 6 Hizêranê de, Şêwirmendê Encûmena Parêzgeha Nînewa Ebdulkerîm Geylanî ragehandibû: “Encûmena Parêzgeha Nînewa biryar daye ku PKKê û Gerîlayên wê divê ji Şengalê derkevin jiber ew aramiya navçeyê têkdibin.”

Basnews
Top