• Saturday, 21 February 2026
logo

"Ger Tirkiye ji peymana bikişe dê Ewropa têk bibe"

Her diçe ew girêka siyasî ya di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de dişide. Piştî biryara Parlamentoya Elmanyayê ya li ser Ermenan di gelek waran têkîlî ketin naxa xetereyekê. Her çiqas hikûmet raya giştî aşt bike jî di warê berdewamiya danûstandinên bi Ewropayê re aborînas û siyasetmedar ne di wê baweriyê de ne.

Piştî daxuyaniyên hişk yên Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyê, dam û dezgehên aboriyê û derûdorên siyasî di warê dahatûya têkîliyên bi Yekîtiya Ewropa û Almanyayê re ketin nava metirsiyekê. Lê bi daxuyaniya Berdevkê Hikûmetê Nûman Kurtulmuş yên erênî re dolar bi xwe hat, siyasî rehet bûn û vebêrhênan jî ji nava wê tayê ya rîska qutbûna têkîliyan, vê gavê rizgar bûn.

Li gorî aborînasên Tirkiyê her çiqas Almanyayê ev biryar wergirtibe jî, wê zêdetir ev biryar bandora xwe li ser YEyê bike. Lewre di şûna ku Tirkiye bitirse, divê YEyê ji vê gava Almanyayê bitirse. Sedema wê jî ew egera vekişandina îmzayê ya ku Tirkiyê di peymana bişûndevegarandina penaberan de avêtiye, tê destnîşankirin.

Aborînas Turgay Turker balê dikişîne ser hejmara penaberên li Tirkiyê û hişyariyekê li YEyê dike û dibêje: "Di çarçoveya qeyrana penaberan de Ewropayê ji Tirkiyê re gotibû em ê te fînanse bikin, heta di vê çarçoveyê de gelek penaber vegeriyan jî. Ger Tirkiye ji ber vê biryara Ermenan ya li Almanyayê, îmzeya xwe ji wê peymana penaberan bikişîne, wê Yekîtiya Ewropayê têk biçe."

Li gorî siyasetmedarên partiyên opozîsyon jî di siyaseta Tirkiyê ya derve de, pêwîstî bi şêwazeke dîplomatîk heye. Dema bi şêwazeke êrîşkar bê tevgerîn, wê Tirkiye di qada navdewletî de têktir biçe. Bi boçûna siyasetmedar û rojnameger Utku Çakir Tirkiye di warê polîtîkaya derve de ji xwe gelekî qels e û ti caran bi ser nakeve, ku welatên YEyê serwext bike an jî bandorê li ser biryarên wan bike. Lê pêşniryar dike ku ew ji vir û pê de bergiriyan hilînin.

Çakir dibêje jî: "Di serdema wan muzakereyên penaberan a ku Tirkiyê bi Markel re dikir, bikaribûna li ser vê meseleya Ermanan jî lobî bihata kirin, ev mesele evqasî mezin nedibû. Divê em rê li ber wê yekê bigirin, ku Almanya û welatên Ewropayê vê biryarê nexin nav mufredatên dibistanê ên perwerdehiyê."

Bi serbestîbûna vîzeyan re ew şert û mercên giran ku ji boTirkiyê hatibûne danîn, ji aliyê siyasetmedarên Tirk û aborînasan ve wek dûbendiyê tên nirxandin. Li gorî wan dema welatên Ewropayê biryarê wergirin pêwîst e, 3 miLyon û 100 hezar Tirkên ku li wan deran dijîn jî, bixin nav hisabên xwe. Ji lewre tenê bi Almanyayê re hecmê aboriya Tirkiyê her sal li dora 13 milyar dolaran e. Li gorî analîstên polîtîkayê beriya ku Tirkiye çûyîna penaberan ya ji Ewropayê re serbest bike, divê xetên sor yên Tirkiyê li ber çav bigirin û li gorî vê yekê tevbigerin.

K24
Top