Li Rojava komek çekdar li dijî YPG/PYD hat avakirin
Di vîdyoyekê de ku li ser Youtube hatiye belavkirin, tê dîtin ku komek çekdar bi kincên kurdî dijîtiya xwe li hember YPG û PYDê nîşan didin. Koma han her wiha bi tundî PKKê tehdîd dikin û wê rêxistinê bi “reşkirina rûmeta kurdan” li Kurdistana Rojava tohmetbar dikin.
Li gorî wê vîdyoyê, wê koma çekdar navê xwe daniye “Yekîneyên Şoreşgerên Kurd” û li Efrînê li dijî rêjîma Beşar Esed û PKKê şer ragihandiye.
Di vîdyoyê de berdevkê wê komê, bi tundî êrişî PKKê dike û dibêje, endamên PKK tenê dixwazin li Rojava hinek pere bidest bînin û derbasî Ewropa bibin.
Endamê serokatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Kawe Ezîzî li ser rewşa Rojava ji Basê re got, YPG û PYDê wisa li Rojava kirine êdî tehemula xelkê nemaye.
Kawe Ezîzî her wiha got, eger Barzanî (Serokê Herêma Kurdistanê) neba û hêzên Rojava yên ne alîgirên PKKê kontrol nekira, dê ji mêjve şerê birakujî li Rojava derketa. Çimkî PKK xwe bi ser xelkê de disepîne.
Wî rayedarê PDK-Sê anî ziman ku derketina komên mîna “Ketaêb Suwar El Kurd”, li derveyî siyaseta partiya wan e û gunehê wê yekê li stûyê PKKê de ye.
Nûnerê PYDê li Herêma Kurdistanê, Şêrzad Êzîdî jî li ser avabûna koma çekdarî ya “Ketaêb Suwar El Kurd” ji Basê re axivî û bi tundî êrişî wan kir. Li gorî Şêrzad Êzîdî, ew “xayîn, caş û zilamên Tirkiyê ne”.
Nûnerê PYDê li Herêma Kurdistanê her wiha anî ziman ku ew kom ji aliyê Tirkiyê ve hatiye avakirin çimkî Tirkiye serkeftina kurdan li Rojava tehemul nake.
Basnews
