Ji Erdogan re bibêjin bes kurdan bikuje!
Merasîma cenazeya Muhammed Ali li Lousivilleyê ya ku dê du rojan dewam bike, duh dest pê kir û gelek navdar û siyasetmedar beşdarî cenazeyê bûn.
Xaxamê cihû Michael Lerner jî beşdarî cenazeyê bû û li wê derê rexne li siyasetmedaran girtin û wiha got: "Ji serokên Tirkiyeyê re bibêjin, bila bes kurdan bikujin".
Herwiha Xaxamê cihû bang kir ku ji Netenyahû re jî bibêjin bila bizane ku ewlehiya Îsraîlê di derketina ji Xezayê ye.
Ji aliyekî din ve, duh serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî serdana xwe ya cenazeyê nîvco hiştibû û vegeriyabû û dihat gotin ku sedema vegerê jî ew bû ku wan nehiştibû Erdogan di cenazeyê de biaxive.
Basnews
