• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Şemzînanê 2 leşker hatin kuştin 4 jî birîndar bûn

Li Şemzînanê 2 leşker hatin kuştin 4 jî birîndar bûn
Li bakurê Kurdistanê navçeya Şemzînanê 2 leşker hatin kuştin 4 leşker jî birîndar bûn.

Derbarê vê mijarê ajansa AAyê di nûçeyekê xwe de ragehand ku, Li bajarê Colemergê navçeya Şemzînanê gerîlayên PKKyê avêtin li ser Baregeha Leşkerî ya Fermandariya Tekeliyê. Piştî ku, hêzên leşkerî yên Tirkiyê bersiv dan pêvçûnek dijwar derket.

Li gor heman çavkaniyê û li gor zanyariyên destpêkê 2 leşker hatin kuştin 4 leşker jî birîndar bûn. Birîndar li Nexweşxaneya Leşkerî ya Colemêrgê hatin vegûhestin.

Piştî êrîşê hêzên leşkerî yên Tirkyê operasyonek berfireh destpê kirin.

K24
Top