• Saturday, 21 February 2026
logo

MINBIC – 10 gund hatin kontrolkirin – 3 KM man

MINBIC – 10 gund hatin kontrolkirin – 3 KM man
Li başûrê rojhilatê Minbicê şer û pevçûnên giran di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û DAIŞê de derketiye.

Fermandariya Encûmena Leşkeriya Minbicê duh roja pênşemê ragihandibû hêzên wan derdora bajarê Minbicê bi tevahî girtine û daxwaz ji sivîlan kiribû ku dûrî navendên DAIŞê bikevin.

Li agahiyan hatine bidest xistin, piştî vê yekê îro danê sibê li herdû gundên Remel Exder û Cub Nahid ku bi tenê 3 km dikeve başûrê rojhilatê bajarê Minbicê şerekî giran di navbera Hêzên Sûriya Dmeokratîk û çekdarên DAIŞê de derket.

Heya niha ew şer navbera herdû aliyan de didome.

Ji aliyê din ve jî Encûmena Leşkeriya Minbicê ku cihê xwe di nav HSDê de digire, ragihand ku şervanên wan 10 gundên din li derdodra Minbicê ji destê çekdarên DAIŞê derxistine û otombîleke bombekirî jî rûxandine.

Rudaw
Top