• Saturday, 21 February 2026
logo

Dosyayên HDPê şandin dozgeriyê

Dosyayên HDPê şandin dozgeriyê
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag ragihand ku 117 fezlekeyên derbarê parlamenteran de hatiye amadekirin şandin dozgeriyê.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan 7ê Hezîranê yasaya derbarê rakirina parêzbendiya parlamenteran de pesend kiribû û ji Serokwezîrtiyê re şandibû.

Bi vî awayî jî rêya darizandina 152 parlamenteran vebû.

Bekir Bozdag derbarê rakirina parêzbendiyan de daxuyanî da.

Bozdag wiha got: “Rêya darizandinê ji 152 parlamenteran re vebû. Duh me 117 dosyayên fezlekeyê şandin dozgeriyê.”

Rudaw
Top