• Saturday, 21 February 2026
logo

Hisên Yezdanpena daxwaza serxwebûna Kurdistanê li balyozê Amerîkayê kir

Gulan Media April 16, 2017 Nûçe
Hisên Yezdanpena daxwaza serxwebûna Kurdistanê li balyozê Amerîkayê kir
Duh 02.06.2016 Cîgirê serokê partiya azadiya Kurdistan rojhilat daxwaz ji balyozê Amerîkayê yê Bexdayê û konsolê Amerîkayê yê Hewlêrê kir, ku ji bo serxwebûna Kurdsitanê alîkariya Kurd bidin.

Hisên Yezdanpena di tora civakî ya facebookê de belav kir û wêneyê xwe yê li gel balyozê Amerîkayê û konsolê Amerîkayê belav kir û amaje bi vê yekê kir ku, duh beşdarî li merasîma roja serxwebûna Amerîkayê li Hewlêrê kiriye.

Yezdanpena dibêje: ‘’Balyoz û konsolê giştî yê Amerîkayê li Iraqê û Hewlêrê rolê hêzên Partiya Azadiya Kurdistanê di şer ê DAIŞê de bilind nirxandine.’’

Yezdanpena di nivîsa xwe ya facebookê de dibêje wî di roja serxwebûna Amerîkayê de daxwaza piştgiriyê li Amerîkayê kiriye ku, piştîwaniyê li serxwebûna Kurdistanê bikin.

Basnews
Top