• Saturday, 21 February 2026
logo

‘Reqa bajarê Kurdan e’

‘Reqa bajarê Kurdan e’
Endamê Berê yê Encumena Xwecihî ya Reqayê Îbrahîm Mislim ragihand, bajarê Reqayê, bajarê kevnarê Kurdan e û berî avakirina Dewleta Sûriyê û nexşeya Sykes-Picotê, Walî û rayedarên Reqayê ji nav Kurdan dihatin diyarkirin.

Operasyona rizgarkirina bakurê Reqayê ji pêr roja sêşemî 24ê Gulanê ve ji aliyê şervanên HSDê û YPGê û bi piştgiriya balafirên Amerîka dest pê kir û îro ew operasyon di sêyemîn roja xwe de ye.

Li ser operasyona kontrolkirina Reqayê ku niha bi Operasyona Rizgarkirina Bakurê Reqayê tê binavkirin, Endamê Berê yê Encumena Xwecihî ya Reqayê Îbrahîm Mislim bi rêya telefonê beşdarî bultena nûçeyan a Rûdaw TVyê bû.

Îbrahîm Mislim ragihand, ku ew operasyon ne tenê bo bakurê Reqayê yan jî bajarê Reqayê ye, belku li gor hin zanyariyên ew operasyon dê derbasî cihên din jî bibe.

Mislim got, di serdana rayedarên pilebilind ên Amerîka bo Rojavayê Kurdistanê û hevdîtinên ligel berpirsên Rojavayê Kurdistanê de, jibilî girtina Reqayê behsa pêkanîna operasyonan li aliyêrojavayê Çemê Firatê û girtina Munbic û Cerabusê û cihên din jî hatiye kirin.

Derbarê operasyona Reqayê û qonaxa piştî rizgarkirina vî bajarî de, rayedarekî Partiya Yekîtiya Demokratîk ragihandiye, ku dê Reqa were kontrolkirin û piştre jî dê bi Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyê ve were girêdan.

Li ser wê yekê Îbrahîm Mislim got, bajarê Reqa ji xwe bajarê Kurdan e û berî rêkevtina Sykes-Picot nifûsa bajarê Reqayê û derdora wê Kurd bûn.

Mislim amaje bi Kurdbûn û Kurdistanbîna bajarê Reqayê kir û wiha axivî:

“Li gorî demografya kevn û berî nexşe û pîlana Sykes-Picotê, Waliyê Reqayê ji Kurdan dihat destnîşankirin û di sala 1785an de Waliyê Reqayê Ebdî Paşa yê Kurd bû ku ji eîşra Milî bû. Hingê her kesek wek berpirsê Reqayê bihatiba destnîşankirin, ji Kurdan dihat diyarkirin. Heta piştî avakirina Dewleta Sûriyê jî Kurd her li Reqayê mane, lê belê ji ber wan bûyerên ku bi ser Reqayê re derbas bûne û demografiya ku li herêmê hatiye guhertin, hejmara rûniştvanên Kurd kêm bûye.”


Endamê Berê yê Encumena Xwecihî ya Reqayê tekez kir, pêştir nifûsa Kurdan li Reqayê pir zêde bû, lê di wan sedsalên dawî de û di bin desthilatdariya Hikûmeta Sûriyê de demografî hat guhertin.

Îbrahîm Mislim destnîşan kir, niha jî beşek ji nifûsa Reqayê Kurd in, her çend ku di salên borî de bi guhertina demografiyê û herwiha ji ber şer û aloziyan gelek Kurd ji Reqayê nemane.

Mislim da zanîn, dema ku di sala 2013ê de li Girê Spî, Encumena Parêzgeha Reqayê hat hilbijartina, ji 17 endmaên wê 5 endam Kurd bûn.

Rudaw
Top