Erdogan endizyarê çareseriyê ji hikûmeta nû dûrdixe
Agdogan di serdema ku erdogan serokwezîr bû, pirsgirêka gihandina Qendîl û Hikûmeteya Tirkiyê pê hatibû spartin.
Beşekî mezin ji çavdêrên siyasî wî bi endizyarê çareser kirina pirsgirêka Kurd binav dikin, lêbelê di hikûmeta nû de ti posteke wernegirtiye.
Ew yekbû ji kesayetiyên ku li ser 10 xalên navbera Qendîl û Hikûmeta Tirkiyê de imze kiribû ku bi nave rêkeftina Dolmebexçe dihat binav kirin jibo çareser kirina pirsgirêka Kurd, lêbelê Erdogan ew rêkeftin binpê kir û cîbicî nekir.
Malpera T24 a Tirkyê amaje bi wê yekê kiriye ku, Akdogan bêyî ku xebera Erdogan jê hebe rêkeftin ligel Qendîl imze kiribû, lewma Erdogan ji wî tore bibû û ti postek pê nespartiye di vê hikûmeta nû de, tev ku berê cîgirê serokwezîr bû.
Li dûrxistina wî ji hikûmetê navborî ti daxuyanî nedaye, bi tenê gotiye: “Ez bi hêvî me ku hikûmetek serkeftîbe.”
basnews
