• Saturday, 21 February 2026
logo

Ji petrolê mizgînî hat!

Ji petrolê mizgînî hat!
Di heft mehên dawiyê de yekem car e nirxê bermîla petrola Brent sînorê 50 dolarê Amerîkî derbas kir.

Roja Pêncşemê li bazarên Asyayê, bermîlek Brent giha 50.07 dolarî.

Ev nûçe di demekê de tê ku Başûrê Kurdistanê ji ber daketina berdewam a nirxê petrolê û birrîna pişka wê ya budçeyê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, du sal bêhtir e di krîzeke aborî de ye.

Aborînasê Kurd, Tahir Taha Ekmen hêvîdar e derbasbûna 50 dolarî û berdewamiya wê bandoreke erênî li ser aboriya Başûrê Kurdistanê çêke.

Ekmen, ku li Hewlêrê nûnertiya IKON Finance ya Amerîkî-Brîtanî dike ji Rûdawê re got: "Eger ev trend bidome, hikûmet dê karibe mûçeya fermanber û pêşmergeyan bide, budçe ji bo projeyên navîn û mezin terxan bike. Wekî em dizanin dema projeyên mezin têne fînansekirin, helbet bi şêweyê zincîrî bandor li ser hilberîner û bazirganên piçûk jî çêdike. Ev pêşhate ji bo aboriya Kurdistanê bû ava heyatê."

Başûrê Kurdistanê ji Gulana 2014ê ve, bi rêya xeta Kerkûk-Ceyhanê bi ser Tirkiyê re serbixwe petrol difiroşe bazarên cîhanî.

Ekmen got ew pêşbînî dike ev trend berdewam be û heta çend mehên din petrol bigihe 53-54 dolarî jî û eger nirxê zêdetirî 54 dolarî bê parastin, wê demê em dê bilindbûneke heta bi 60î jî bibînin.

Nirxê petrolê, ji havîna 2014an ve dikeve û sersala 2016ê daket heta 27 dolaran, ku kêmtirîn xal bû di 13 salên dawîn de.

Behtir pêr Wezîrê Wizeyê yê Rûsyayê, Aleksandir Novak ji Rûdawê re gotibû nirxê petrolê heta 2017ê 50 dolarî derbas nake.

Bi vê pêşhateya îro, nirxê petrolê ji serê salê ve ji sedî 80 bilind bûye.

Li gorî televizyona aborî ya Bloombergê, agirê daristanê li herêma petrolî ya Kanadayê, şerê li Nîjeryayê û aloziya siyasî ya Venezuelayê bûne sedemên vê behabûna dawîn.

Sedema sereke ya vê ketinê hilberîna zêde ya Erebistana Siûdî tê dîtin ku dixwaze bi vê rêyê ziyan bigihîne aboriya Îran û Rûsyayê û herwiha şerîkên petrolê yên Kanadî û Amerîkî rawestîne ku hewl didin alternatîfên wekî "petrola kevir" derxin bihêz bikin.

Rudaw
Top