Netewên Yekgirtî ji rewşa Îraqê dilgirane
Hinartîyê taybetê neteweyên yekgirtî li Îraqê daxwaza destpêkirina kombûneka bilez ya civata nûnerên Îraqê dike û îro jî civata nûneran kom dibe, hevdem frakisyonên Kurdî jî vegeryane herêmê heta şerîyeta civata nûneran careka din vedigere.
Hinartîyê taybetê emîndarê giştî yê neteweyên yekgirtî li Îraqê, Yan Kobîş, di ragîhandinekê da bo dawî anîna qeyrana niha li Îraqê heye û karên çaksazîyê ku bûne egera ji karketina dewlet û sazîyên wê û yekrêzîya niştîmanî, daxwaz ji civata nûneran kir kombûneka bilez bikin.
Her di ragehandinê da hatîye; ew rewşa niha Îraq ketîye dinavda bitenê xizmetê dijminênê Îraqê dike, bi taybet jî rêxistina terorîstîya Daişê.
Çend heftîyeke hikûmeta teknokrat ya Ebadî li civata nûnerane û perlemantarên şîe jî serokatîya perlemanî ji kar ladaye û niha kêşeya herî mezin ew perleman yê lenge û bitinê perlemantarên şîe mezheb dinavda mane û rijdin jî li ser wê yekê serokatîya perlemanî carek din neverin nava perlemanî.
Ednan Cenabî, ku mezintirîn perlemantare û ji alîyê perlemantarên mangirtî ve hatîye raspardin kombûnên civatê bi rêve bibe, her doh wî daxwaz ji hemû perlemantaran kirîye bê cudahî li nava civata nûneran amadeyî rûniştinê bin û got: di rûniştinê da dê derîyên xweberbijar kirinê bo serokatîya civatê bên kirin û hemû endaman maf heye xwe berbijar bikin.
Ji alîyê xwe ve Selîm Cibûrî, serokê ji karladayê civata nûneran rûniştinên civatê bo demekê nedîyar paşxistin.
Pêştir endamên civata nûnerên Îraqê li ser daxwaza Muqteda Sedir, serokê rewtê Sedir xwe ji nava perlemantarên mangirtî vekêşan, hevdem Sedir daxwaza hilbijartinên pêş wext kir.
War.tv
