• Saturday, 21 February 2026
logo

Divê yekitiya kurdan bihêz bibe

Gulan Media April 20, 2016 Nûçe
Divê yekitiya kurdan bihêz bibe
Li bajarên wek Şirnex û Gever ku hîn jî qedexeya derketina derve, pevçûn û operasyon didomin, roj nîn e ku xwîn nerije û kes neyên kuştin. Di raporên saziyên civakî yên sivîl de xuya bû ku di vî şerî de nêzîkî 2 hezar mirov hatine kuştin, zirar li milyon û nîvek mirovî ketiye. Tecrubeyên şer û bûyerên salên borî, ji bo destpêkirina Pêvajoya Çareseriyê hêviyên kurdan geş dikin. Lê li rakêşiya ku beriya hilbijartina 7’ê Hezîranê destpê kir jî bi heman tundiyê berdewam dike.

Davutoğlu û Erdoğan tiştên cuda gotin

Serokwezîr Ahmet Davutoğlu, ji bo Pêvajoya Çareseriyê wiha gotibû ku, “Gel ji Pêvajoya Çareseriyê hêviya vî tiştî dike ku di dawiyê de dev ji çekan bê berdan. Ger ev çê bibe, wekî Gulana 2013’an bibe, mîna wê deme hemû hêzên PKK’ê yên çekdar ji Tirkiyeyê derbikevin, tu çekdar neminin, hingî li ser her tiştî dikare bê axaftin.” Lêbelê Serokomar Erdoğan roja din bi berewajî amajeya berdewamkirina şer da: “Ji destpêka operasyonan, ji Tîrmehê û vir ve 153 polîsên me şehîd bûn. Yan hûn ê serê xwe bitewînin, yan serê we dê were jêkirin. Em nahêlin tu kes li vî welatî operasyonan bike. Teşkîlata nû ya polîsan ava dibe, wê di xizmeta welat û gel de be, qet xulamtiya kesî nekin.”

Nûnerên partiyên kurdan pirsa gotinên Erdoğan û Davutoğlu, pêvajoya pevçûnan ya niha, çareseriya mayînde ya pirsgirêka Kurd û herwiha peyva Davutoğlu ya ku digot; “Gefên PKK’ê yên li dijî Hewlêrê, her wek gefên li dijî me ne” kir.

PAK: Armanc zêdekirina bêbaweriya nav kurdan e

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik diyar kir ku Pêvajoya Çareseriyê ya rastîn qet dest pê nekiribû, di navbera dewletê û PKKê de 3 salan hevdîtin hatin kirin û ev jî seba xilasbûna tundiyê, gaveke hêja bû.
Özçelik wiha pê de çû: “Ew jî baş bû ku xwîn nerijiya. Lêbelê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û Kurdistanê tiştek çê nebû. Jixwe daxwaza me ya sereke careke din sekinandina şer e û ev gengaz e jî. Sê aliyên çareseriyê hene: Hemû partiyên kurdan, dewleta Tirk û garantorên navnetewî. Ji bo ku Pêvajoya Çareseriyê ya rastîn dest pê bike divê pevçûn biqedin, bi beşdariya van her sê aliyan konseptek çê bibe û ji bo çareserkirina pirsgirêkan bernameyên demkirt û demdirêj bên amadekirin.”

Mustafa Özçelik got, hewce ye dewleta Tirk çareseriyê ne bi mirin, xirakirin û tundiyê; bi siyaset û diyalogê bigere. Divê haya PKKê jî jê hebe ku şer zirarê digehîne kurdan. Özçelik peyvên Erdoğan jî wek ramana serdestbûna di nav dewletê de nirxand û wiha got: “Davutoğlu di vê mijarê de xwest tiştekî cuda bêje lê Erdoğan bi mudaxeleyekê ew vegerand ser riya sereke. Diyar e ku ev ne cudahiyeke mezin e.”

Özçelik peyvên Davutoğlu ku gotibû, “Gefên PKK’ê yên li dijî Hewlêrê, her wek gefên li dijî me ne” jî nirxandin û got, “Ev gotin ne ji bo ‘parastina Hewlêrê’ hatine gotin. Bêguman armanc zêdekirina bêbaweriya nav kurdan e. Dewleta Tirk dibêje ’Em naxwazin ku Bakurê Sûriyê jî mîna Bakurê Iraqê bibe’ ev yek jî nişan dide ku li Dewleta Federal a Başûrê Kurdistanê jî tehemmul nakin. Rêvebiriya Başûrê Kurdistanê di ’birakujiyan’ de, dewletên li herêmê jî di siyaseta fêsadiyê de xwedî tecrube ne. Ji bo vê jî gotinên Davutoğlu wê karîgeriyê nekin.“

PDK-T: Dixwazin kurdan berdin hev

Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê ya Tirkiyeyê (PDK-T) Mehmet Emin Kardaş jî diyar kir ku baweriya wî nîne ku careke din Pêvajoya Çareseriyê destpê bike û bal kişand ser mirovên ku hatine kuştin û got: “Ew hinde mirov hatin kuştin, bajar kavil bûn, gund wêran bûn. Di rewşeke wisa de aştî dê çawa çê be?” Kardaş rexne li peyvên Davutoğlu jî girtin û wiha got: “Ti pêwendiya wê daxuyaniyê bi Hewlêrê ve nîn e. Ji bo nakokiya nav kurdan dijwartir bibe, kurd bi hev kevin wisa gotiye. Divê mirov guh nede wan peyvan.”
Mehmet Emin Kardaş bal kişand li ser Pêvajoya Çareseriyê jî û wisa got: “Em nizanin ka Pêvajoya Çareseriyê di kijan mercan de çêbû û di hevdîtinan de çi dihatin ziman.” Kardaş, gotinên Davutoğlu û Erdoğan jî rexne kir û wusa pê de çû: “Di navbera Erdoğan û Davutoğlu de wek lîstika ‘polîsê baş-polîsê xirab’ heye. Di navbera wan de tu nakokî nîne. Wextê ku mijar dibe kurd, di nav xwe de dibin yek. Yek ji wan mînakan jî gotinên Devlet Bahçeli ne.”

ÖSP: Tirkiyê peyam dide Îranê

Serokê Partiya Azadî û Sosyalizmê (ÖSP) Sinan Çiftyürek jî bal kişand ser pirsgirika kurd û wiha berdewam kir: “Di navbera dewletê de li ser meseleya kurda cûdahî heye, lê wexta ku qala kurdan dikin her kes dibe yek û tirk li hemberî kurdan siyasetê dikin.” Çiftyürek ji bo gotinên Erdoğan û Davutoğlu jî wisa got: “Di nav wan de cûdatî heye lê bi zanebûn wusa dikin. Gotinên herdûyan jî wek hev in. Davutoğlu dibêje ku bila PKK dev ji çekan berde, lewre tu gotinên nû di siyaseta wan de nîne.”

Çiftyürek, peyvên Davutoğlu jî nirxandin û got: “Tirkiyê xwest ku peyamek ji Îranê re bişîne, ji ber ku di navbera wan de jî li ser meseleya Başûr nakokî heye.” Her wiha Çiftyürek, axavtina xwe wiha berdewam kir: “Di Pêvajoya Çareseriyê de tiştekî berçav tune bû. Dibêjin ku bila Öcalan azad bibe, li Tirkiye demokrasi çê bibe û ew şerê li bajarên Kurdistanê raweste.”

HAK-PAR: Divê Pêvajoya Çareseriyê bidome

Alikarê Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyê (HAK-PAR) Hasan Şeşeoğulları jî li ser Pêvajoya Çareseriyê wiha got: “Em jî dixwazin ku PKK’ê dev ji çekan berde. Di Pêvajoya Çareseriyê de çek rawestin û di vê pêvajoyê de kesek nemire. Gotinên Serokwezîr girîng in û em dixwazin demek ji ya din zûtir Pêvajoya Çareseriyê dîsa berdewam bike. Bi gotina ‘Tenê bila PKK’ê dev ji çekan berde’ nabe.”

Şeşeoğlulları got ku di navbera Erdoğan û Davutoğlu de pirsgirek heye û wiha pê de çû: “Gotinên herdu aliyan de jî cûdahî heye. Weke din jî Serokwezîr dibêje, “Gefên PKK’ê yên li dijî Hewlêrê, her wek gefên li dijî me ne.” ev gotin ne mafê Serokwezîr e.”

PDK-Bakur: Hewlêr dikare xwe biparêze

Serokê PDK Bakur Sertaç Bucak jî li ser Pêvajoya Çareseriyê sekinî û got ku pirsgirika kurd wê li rojên pêş de çareser bibe. Sertaç Bucak wiha got: “Aliyên şer dikin heger gavekî bavêjin wê çareserî bibe. Heger PKK’ê êrîşa Hewlêrê bike him hêzên navnetewî, him jî dewletên demokratîk wê li hemberî wan derkevin. Ew nikarin tişketî wiha bikin. Herwiha Hewlêr ewê bikare xwe bixwe biparêze.”

Basnews
Top