• Saturday, 21 February 2026
logo

Parlamenterê HDPê: Em dixwazin sûde ji tecrûbeyên PDKê bigrin

Gulan Media April 19, 2016 Nûçe
Parlamenterê HDPê: Em dixwazin sûde ji tecrûbeyên PDKê bigrin
Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îbrahim Binicî got, ew hêvî dikin ku ew zêdetir sûdê ji tecrûbeyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bistînin.

Şandeke HDP. û Partiya Heremên Demokratîk ( DBP) li Enqere seredana ofîsa PDKê kirin.

Şanda navborî ku li ofîsa PDKê ji aliyê berpirsê îlaqatên partiyê yên Enqere Kovan Ehmed Bîrî ve hate pêşwazî kirin. Di şanda HDPê de parlementerê berê yê HDPê Îbrahîm Bînîcî, Endama Meclisa BDPê Kiymet Temel û endamê komisyona hiquqê ya HDPê Mesut Ozer cih girtin.

Li ser seredana şanda HDPê û DBPê Kovan Ehmed Bîrî ji Rûdawê re aşkere kir ku civîna seaetek nîvan dewam kiriye û rewşa giştî ya Bakur û Başurê Kurdistanê hatiye gotûbêj kirin.

Bîrî herwiha keyfxweşiya xwe jî anî ziman û got: “Em bi seredanê keyfxweş bûn. hevdîtineke gellek baş me kir. Me tekezî li ser wê yekê jî kir ku hevdîtinên me berdewam in.”

Li ser navê şanda HDPê û DBPê jî endama Meclisa BDPê Kiymet Temel ji Rûdawê re diya kir ku ew bi germî hatine pêşwazî kirin.

Di hevdîtinê de parlementerê berê yê HDPê îbrahîm Bînîcî jî behsa giringiya danûstina di navbera aliyên kurdan kir û got: “Em hêvî dikin ku em zêdetir sûdê ji tecribeyên Partiya Demokrata Kurdistan bistînin û hevdîtinên me jî berdewam bin.”

Rudaw
Top