Pentagon: Em ê şer li dijî DAIŞê bihêztir bikin
Wezîrê berevaniya Amerîkayê Ashton Carter, li binkeyê Amerîkayê nêzîk Ebu Dabî yê ragehand, Amerîka şer ê li dijî DAIŞê bihêztir dike.
Carter bi armanca çavdêriya zêde kirina hejmara hêzên leşkerî yên Amerîkayê li herêmê serdana binkeyê El-zefre yê li Ebu Dabî ya Îmarata Yekgirtî kir û got, di pêngavên pêşde, şerê dijî DAIŞê wê bi berfirehkirina êrîşên esmanî û birêkirina hêzên bejayî yên zêdetir û herwaha zêdekirina şerê elektronî ve wê li dijî DAIŞê şer û êrîş berdewam bin.
Basnews
