• Saturday, 21 February 2026
logo

Goran xwe ji parlementarekî xwe li Bexda bêrî dike

Gulan Media April 17, 2016 Nûçe
Goran xwe ji parlementarekî xwe li Bexda bêrî dike
Piştî ku Serokê HErêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek arasteyî hemû firekesyonên Kurdistanî li parlemena Bexda kir, firekesyonên Kurdistanî jî kar li gorî wê peyamê kirin, Tevgera Goran jî xwe ji parlementarekî xwe bêrî kir.

Derbarê vê mijarê Îro 16 Nîsanê, Parlementerê Goran li Bexda Mesûd Heyder ji BasNews re ragehand: “Kurd li Bexda yek deng û helwêstin beramberî her guhertinekê, firekesyonên Kurdistanî li Bexda nûnertiya Kurdan dikin.”

Parlementera Goran Tavge Ehmed amaje bi wê yekê kiriye ku, parlementerên ku bi peyama Barzanî dikin ne agahdarî rewşêne û ew rewşa Herêma Kurdistanê jî baş nizanin, lêbelê Mesûd Heyder got: “Tevgera Goran bi fermî ragehandiye ku Tevge Ehmed nûnertiya Goran nake.”

Herwiha derbarê beşdarbûna Tavge Heyder di wê civînê de bêyî agahdariya firekesyonên Kurdistan, Serokê Firekesyona Goran li parlemenê Iraqê Hoşyar Ebdullah di kongireyekî rojanmaevanî de tekezî li ser wê yekê kir: “Tevge Ehmed nûnertiya Goran nake.”

Basnews
Top