Çareserî Modela Çekoslovakyayê ye - 1
Di derbarê referandûma serxwebûnê de jî tê payîn Mijdarê pêk bê, ji aliyên siyasî şîroveyên cihê werin kirin jî, kurd di majara serxwebûnê de bi rijd in. Ji gelheya Iraqê ku nêzî 21 milyon e, 6 – 7 milyon kurd e. Li gor hin pisporan ‘Veqetandina Kadîfe’ ku di navbera çekî û slovakiyan de pêk hat, di navbera kurd û ereban de ne pêkan e, li gor hinekan jî dibe ku ev model di navbera gelên herêmê de bê pêkanîn.
Li Iraqê ku piştî midaxeleya Amerîkayê di çarçoveya herêmên federal de, ji aliyê du hikûmetan ve tê birêvebirin, ji 2014’an û vir ve daxwaza kurdan ya serxwebûnê tê axaftin. Daxwaza serxwebûnê ku di navbera Rêveberiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexdayê de bû sedema aloziyê, di rojeva Rojhilata Navîn û Ewropayê jî de ye.
Enqere û Tehran li hember daxwaza serxwebûnê bimesafe ne. Hikûmeta Bexdayê jî bi awayekî eşkere dij derdikeve. Îsraîl, Komara Çek, Slovakya, Holanda, Elmanya û Vatîkan jî di çarçoveya ‘mafê gelan yê diyarkirina çarenûsa xwe’ de piştgiriyê didin encama ku tê pêşbînîkirin dê ji referandûmê derbikeve. Rêveberiya Herêma Kurdistanê weke qonaxa proseya serxwebûnê plan dike ku di Mijdara îsal de referandûmê pêk bîne. Hewlêr bi referandûma ku dê beriya hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê were lidarxistin, plan dike ku li ser serokê nû zal bike.
Barzanî: Ne Yugoslavya, Çekoslovakya
Pêşniyara Modela Çekoslovakya ya Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku li Iraqê di navbera kurd û ereban de pêk bê, ji aliyê zanyarên siyasetê ve tê niqaşkirin. Barzanî di sala 2014’an de ku serxwebûna Kurdistanê hat rojevê gotibû, “Ne weke mînaka şerê navxweyî yê Yugoslavyayê, wê wek Modela Çekoslovakyayê ezmûneke aştiyane pêk bê. Serxwebûn wê ne bi tundiyê, bi aşitiyê pêk were“û bang li Parlamentoya Ewropayê kiribû ku piştgiriyê bidin serxwebûna Herêma Kurdistanê.
Barzanî di meha Nîsana par de serdana paytexta Komara Çekê Pragê kiribû û bi Serokkomar Milos Zeman re hevtîdin pêk anîbû û di axaftina xwe ya li wir de gotibû, “Serpêhatiyên Çekya û Slovakyayê mînakên serkeftî û zindî ne. Nîşan dide ku hevgirtin û veqetîna bi darê zorê bi sernakeve. Li gor min dibe ku ji modela Çek û Slovakyayê bê îstîfadekirin.”
Serokkomarê Komara Çekê Milos Zeman jî ragihandibû ku welatê wî amadeye ku alîkariya çekan ya Herêma Kurdistanê bike û Pêşmerge weke “hêza DAIŞ têk birî“binav kiribû. Zeman her wiha ji ber têkoşîna li dij DAIŞ’ê spasiya Barzanî kiribû û destnîşan kiribû, “Tu qehremanê Kurdistanê yî.”
Modela Çekoslovakyayê: Veqetîneke medenî!
Li Çekoslovakyayê bi ‘Şoreşa Kadîfe’ ku di navbera 16 Mijdar – 29 Berfanbar 1989’an de pêk hat, komunîzm bi dawî bû û Václav Havelbû Serokê Dewletê. Di 25 Berfanbar 199’an, piştî belavbûna Yekitiya Komarên Sosyalîst yên Komarê, di navbera siyasetmedarên çek û slovakan de li ser yekitiya welat niqaşên mezin destpê kirin. Havel ji bo ku li dij parçebûna welat bû û dixwast çek û slovak bi sîstemeke federal bimîn in, dest ji peywîrê kişand. Di encama hevdîtinên di navbera siyasetmedarê çek Václav Klaus û siyasetmedarê slovak Vladimír Mečiar de 23 Tîrmeh 1992’an li ser cudabûna herdu welatan rêkeftinek pêk hat. Bi vî rengî 31 Berfanbar 1992’an de welat bi awayekî aştiyane bû du parçe. Bi vê veqetînê paytexta Komara Çek bû Prag û ya Slovakyayê jî bû Bratîslava.
“Kurd û ereb, wek çek û slovakan”
Me Modela Çekoslovakyayê ji siyasetmedar û rojnamegerên ku herêmê ji nêz ve dişopînin pirsî ka ev model pêkan e ku di navbera kurd û ereban de pêk were an na. Necib Balayi ku demeke dirêj li Pragê rojnamegerî kiriye, ji BasNûçe’yê re nirxandin kirin û angaşt kir ku modela Çekoslovanyayê li Iraqê ne pêkan e. Balayi got ku gelên kurd û ereb ne mîna çek û slovakiyên ku ji gelên Ewropayê ne û axaftina xwe wiha domand: “Civakên li Ewropayê dijîn girêdayî mafên mirovan e, yekitiya wan ya civakî bihêz e, demokrat in û hişmendiya wan ya mafê gelan yê diyarkirina çarenûsa xwe gelekî bi pêş ketiye. Erebên Iraqê hemû tiştî bi hebûna komployekê ve girêdidin. Ereb bi awayekî rasteqîn li meseleya nanêrin. Ew veqetîna kurdan weke parçebûna Iraqê dibînin.“Balayî di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew nêzîkatiyeke rewşenbîrî li Iraqê nabîne û got ku ji ber ku welatên din jî piştgirî dan, çek û Slovak bê arîşe veqetiyan. Balayi diyar kir ku li Iraqê vîna gel dernakeve holê û eşkere kir ku kurd wê di referandûmê de serxwebûnê pesend bikin. Balayi li ser êrişên DAIŞ’ê yên jî axivî û got, “Niha li herêmê li dijî DAIŞ’ê şerek heye. Di vê rewşê de ne Ewropa û ne jî Emerîka heta ku DAIŞ’ê ji holê ranekin destûr nadin kaosek û tevlûheviyeke din. Ji ber wê yekê piştgiriyê nadin daxawza kurdan ya veqetîna ji Iraqê. Ji bo kurdan jî di nava vê kaosê de, daxwaza veqetînê wê bibe sedema arîşeyan.”
Iraq û Çekoslovakya: Lêçûn û cihêtî
Serokê Beşa Pêwendiyên Navnetewî ya Zaningeha Ahi Evranê Doç. Dr. Serhat Erkmen ji BasNûçe’yê re eşkere kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di her fersendê de daxwaza serxwebûnê tîne ziman û destnîşan kir ku nêzîkatiyên dewletên Rojhilata Navîn yên li hember vê daxwazê di çarçoveya berjewendiyên wan de ne. Erkmen bibîrxist ku ji destpêka bilêvkirina daxwaza serxwebûnê ji aliyê Mesûd Barzanî û vir ve gelek gûhertinên herêmî çêbûne û axaftina xwe wiha domand: “Mînak, faktora DAIŞ’ê hevgirtina axa Iraqê bi awayekî fîîlî dorpêçkirî ye. Li herêmê di astên etnîkî û mezhebî de ku axa Iraqê jî derbas dike, pevçûn hene. Di nava sînorên Herêma Kurdistanê de atmosfera polîtîk zêde aloz e û di navbera paritiyên siyasî de di gelek mijaran de rêkeftinek tune ye. Her wiha bihêzbûna PYD’ê û afirandina rastiyên siyasî yên nû, navbera PDK û partiyên kurd yên din vekir. Û qeyraneke aborî ya mezin ku di 2 salên dawîn de pêşket û 2015’an herêm girte nava xwe heye. Ji ber wê yekê em dikirin gotina serxwebûnê û îxtîmala pêkhatina wê, ne tenê di gotinê de di li ser dînamîkên li herêmê jî binirxînin.”
Erkmen lêçûn/cihêtiyên di navbera kurd – ereb û çek – slovakan de jî nirxandin û got ku li gor piraniya raportên li ser parçebûna Iraqê tên nivîsên, li Iraqê veqetîneke ji ber xwe û bê xwîn nabe. Erkmen şibandin û cihêtiyên di nevbera herdu welatan de di çarçoveya çandî, aborî û navnetewî nirxandin û diyar kir ku kêmbûna îradeya jiyana bi hevre ya kurd û ereban dişibe gelên çek û slovakan. Erkmen wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybetî kurd di her fersendê de eşkere dikin ku ew ji Iraqê weke siyasî, civakî û çandî cuda ne. Ev cudatî jî ne di asteke wisa de ne ku kêm bên dîtin. Namaze “mafê diyarkirina çarenûsa xwe“mafekî siyasî ye û piştî dagirkirinê bi Destûreke nû hevgirtineke bi dildarî heye, demeke dirêje ji argûmaneke girîng yên siyasetmedarên kurd e. Ji vî alî ve dibe ku dişibe Çekoslovakyayê, lê li Iraqê ne du hêman herî kêm sê hêmanên ku wek siyasî bi hêz in. Ji ber ku li ser çarenivîsa welat ne tenê erebên şîe, niştecihên herêma ku wê veqetîn çêbe, erebên sunnî û tirkmen jî wê biryar bidin. Kilîta veqetîneke bêpevçûn ji xeynî erebên şîe ku Bexdayê kontrol dikin, di destê erebên sunnî û tirkmenan de ye ku bandora veqetînê ji aliyê fizîkî ve herî zêde li ser wan e.”
“Cihêtiyeke serdemî heye, veqetîna bê şer zehmet e”
Akademîsyen Erkmen li ser girîngiya cudatiyên aborî û belavkirina debarê ku bûn sedema veqetîna Çekosilovakyayê rawestiya û got ku li Iraqê cudatiyeke bi vî rengî tune ye û şîroveya ‘ji ber wê yekê ev wê veqetînê dijwar bike’ kir. Erkmen di derbarê qeyrana aborî ya li herêmê jî axivî û got, “Siyasetmedarên kurd ku heta beriya salekê jî angaşt dikirin ku ew ê bi çavkaniyên xwezayî bi serê xwe nîzameke aboriyê saz bikin, piştî ketina buhayên petrolê û geşedanên li herêmê ku bûn sedema qeyrana aboriyê, niha ew angaştên xwe danîne aliyekê. Hevdîtinên petrolê yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de nîşaneya herî girîng ya vê yekê ye.
Erkmen destnîşan kir ku di proseya veqetîna Çekoslovakyayê de şert û mercên siyasî, atmosfera herêmî û navnetewî gelek cihê bû û got, “YKSS ji nû belav bûbû. Di serdemeke yek qutbî ku pêşengiya wê Amerîkayê dikir hebû. YE ne di wê rewşê de bû ku pevçûneke din jî ragire. Di encama biryara veqrtînê ya aliyan de, aktorekî herêmî û navnetewî tune bû ku midaxele bike. Daxwazên hêzên mezin gelek cuda bûn. Nihali Rojhilata Navîn rewşeke bi heman awayî tune ye. Yek qutbî bi dawî bû. Heta li Rojhilata Navîn denklemeke ewlekariyê ya nû ava dibe. Hêzên mezin bi hemê şiyana xwe midaxeleyî polîtîkayên navxweyî yên welatên herêmê dikin. Her wiha bi awayekî eşkere bi hevre şerê wekîliyê dikin. Ji ber van sedeman li Rojhilata
Basnews
