Li Şirnex û Nisêbînê 7 polîsên û leşkerênTirk hatin kuştin
Li navçeya Nisêbînêya Mêrdînê şerê navbera hêzên giradayên PKKê û hêzên dewleta tirk ve berdewam e.
Li gor agahiyan duh li navçeya Nisêbînê seat 09.45 deqeyan dema ku hêzên ewlekariyê li ser avahiyekê ku bi gotina wan alîgirên PKKê têdebûn oparasyon li darxistin û di dema oparasyonê de bombeyeke berê li avahiyê hatibû bicihkirin bi destçêkirî bi wan de teqiya.
Di encamê de endamekê tîmên taybet hat kuştin û 4 jî birîndar bûn. Li navçeyê ambûlans di nava tevgerê de ne.
Hat gotin leşkerên birîndar bûne bi ambûlansan rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Herwiha qedexeya ku ji 14ê Adarê ve li Nisêbînê destpêkiriye hîna berdewam e. Oparasyon li wan taxên weke Dicle û Firat ku xendeq û barîkat lê hatine çêkirin bê navber berdewam e û gelek caran şer û pevçûn jî diqewîmin.
Hat ragihand li navenda Şirnexê jî 3 endamên tîmên taybet hatine kuştin.
Li gor agahiyan Rûdawê jî çavkaniyên li Şirnexê standine li taxa Yeşilyurt operasyon ber bi xilasbûnê ve ye, lê li taxên Dicle, Yenimahele, Îsmetpaşa, Bahçelievler hêj operasyon berdewam in.
