• Friday, 12 June 2026
logo

Daxwaz tê kirin ku qunsilxaneya Libnaê li Hewlêrê were vekirin

Gulan Media March 19, 2016 Nûçe
Daxwaz tê kirin ku qunsilxaneya Libnaê li Hewlêrê were vekirin
Di cînekê de ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Giştiyarî yê Libnanê hêvî kir ku, Libnan bi ezmûn û pişporiya xwe di ware geştiyarî de alîkariya Herêma Kurdistanê bike du sûdeyê bighîne Herêma Kurdistanê.

Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê belavkirye ku, Îro 19 Adarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Wezîrê Geştiyarî yê Libnanê Mîşêl Ferûn û alîakrê wî ku di KonfrasaNavdewletî ya Geştiyarî li Hewlêrê beşdarbûn kir.

Di civînê de behsa kar û çalakiyên Rewnda Libnanî li Herêma Kurdistanê kir, di civînê de Mîşêl Ferûn pêzanîn xwe derbarê karê Rewnda Linbanî li Herêma Kurdistanê û tekez kirk u derfetek baş jibo wan hatiye peyda kirin û ew jiyana xwe wek ku li welatê xwe bin derbas dikin.

Herwiha behsa karên geştiyarî li Libnanê kir û ronî da sere w warên ku Libnan tê de kare alîkariya Herêma Kurdistanê bike, bi şarezay Libnanî û pişporiya wê di vî warî de, herwiha tekez kirk u zemînekî baş li Kurdistanê jibo geştiyarî heye û Libana di vî warî de kare alîkariya Herêma Kurdistanê bike.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xweşhaliya xwe bi serdana Mîşêl Ferûn kir û hêvî xwest ku Libnan bi ezmûn û pisporiya xwe bi taybet di warê geştiyariyê de alîkariya Herêma Kurdistanê bike û sûdê bighîne Herêma Kurdistanê.

Di beşekî din de ji civînê behs dawî pêşhateyên şerê li dijî DAIŞê bi taybet li Sûriyê û Iraq û Banora wî şerî li hemû ware jiyanê bi taybet ku ew welat ji Libnanê nêzîkin, herwiha xesteka Rewnda Libnanî jibo vekirina Qunslxaneya Libnanê li Herêma Kurdistanê anî ziman jibo ku karibe bêhtir zimeta karê Rewenda Libanê li Herêma Kurdistanê bike.

Pêwendiyên navbera Bexda û Hewlêr û şêweyê hemahingiyê di navbera Herêma Kurdistan, Iraqê û welatê Libanê de di ware geştiyarî de di civînê de hatin gotûbêj kirin.

Di dawiya civînê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Geştiyariya yê Libnanê diyarî û yadîkarî bi hev guherîn.

Basnews
Top