• Thursday, 19 February 2026
logo

Serokê Kurdistanê peyamek pêşkêşî hêzên pêşmerge kir

Gulan Media November 12, 2015 Nûçe
Serokê Kurdistanê peyamek pêşkêşî hêzên pêşmerge kir

Serokê Kurdistanê derbarê operasiyona Şengalê de peyamek pêşkêşî hêzên pêşmerge kir

Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di çarçoveya operasiyona azad kirina Şengalê de peyamek pêşkêşî hêzên pêşmerge kir û daxwaz ji Pêşmerge kir ku bi hişyarî tevbigerin û pêş ve biçin daku nebin armanca bombeyên ku ji aliyê DIŞIê ve hatine çandin.

Serok Barzanî daxwaz ji Hêzên Pêşmerge kiriye daku bi hişyarî tevbigerin û nebin armanca mayîn û teqemeniyên ku ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hatine çandin.

Weke tê zanîn îro operasiyona azad kirina Şengalê bi Fermandariya raste rast ya Serokê Kurdistanê û Fermandarê giştî yê hêzên leşkerî ên Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî destpê kir û heta niha çendîn gund û deverên Şengalê hatine azadkirin.

Top