• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Silopî teqîn – 3 polîs hatin kuştin

Gulan Media November 11, 2015 Nûçe
Li Silopî teqîn – 3 polîs hatin kuştin
Li navçeya Silopî ya Şirnexê, di encama teqînekê de 3 polîs hatin kuştin, li wê derê şer û pevçûn didome.

Duh êvarê li nav bajarê Silopî yê Bakurê Kurdistanê, dema panzera hêzên polîs derbas dibû, bombe pê de teqiya.

Li gorî agahiyan, di bûyerê de 4 polîsên ku di nav panzerê de bûn bi giranî birîndar bûn lê 3 ji wan li nexweşxanê can dan, rewşa yê din jî ne baş e.

Piştî bûyerê operasyon hat destpêkirin û di navbera hêzên Tirk û şervanên YDG-Hê de şer derket. Tê gotin ku heta niha jî şer didome.

Rudaw
Top