• Thursday, 19 February 2026
logo

Amerîka: Çênabe PYDê bi tenê deselat be li Rojavayê Kurdistanê

Gulan Media November 11, 2015 Nûçe
Amerîka: Çênabe PYDê bi tenê deselat be li Rojavayê Kurdistanê
Cîgirê Wezareta Karên Derve ya Amerîka Mark Toner ragehand: Hikûmeta Amerîka naxwaze Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) basikê PKKê li Rojavayê Kurdistanê baladest be.

Mark Toner ragehand ku, Amerîka pêbende bi parastina yekperçeyiya axa Sûriyê, di vê çaeçoveyê de jî Amerîka PYDê agahdar kiriye ku, “Hewldanên xwe nede o ava kirina deverek serbixwe xwe birêve bibe.”

Navborî amjae bi wê yekê jî kir ku, Amerîka alîkariya PYDê nake û çekan jî nade PYDê, bi tenê ew di riya erîşên ezmanî de piştevaniya şerê wan li dijî DAIŞê dike, jiber ew hêzekî xwedî bandorin li ser erdê li dijî DAIŞê.

Mark Toner herwiha ragehand: divê hemû navçeyên Sûriyê ji çekdarên DAIŞê bêne rizgar kirin ş hemû xelk vegerin ser milk û malên xwe “Divê çekdarên DAIŞê nemîni û aramî veger ser axa Sûriyê.”

Basnews
Top