Davutoglu: Em amade ne alîkariya Pêşmergeyan bikin
Serokwezîre Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu ragehand ku divê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê alîkariya YPGê nekin û got: "Li Suriyeyê tenê YPG şer nake. Hêzên din jî hene û divê alîkariya leşkerî ji wan re bê kirin." Davutoglu îdîa kir ku ew nahêlin û derfet nadin alikariya leşkerî bikeve destê rêxistinên peywendiya wan bi PKKê re heye.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu ji CNN Internationalê Christiane Amanporê re axifî û da zanîn ku ew naxwazin Emerîka alîkariya Hêzên Parastina Gel YPGê bike, lê ger Emerîka bixwaze li Hemberî DAÎŞê ji bo Herêma Kurdistanê û pêşmergeyan alîkariya leşkerî bike ew ê piştgiriya vê yekê bikin.
Davutoglu wiha axifî: "Li Suriyeyê hêzeke din bi nave Pêşmerge heye. Me ji bo rizgarkirina Kobanê ji wan re deriyên xwe vekir. Di ser Tirkiyeyê re derbasî Kobanê bûn û ew der rizgar kirin. Ger Emerîka bixwaze li hemberî DAÎŞê alîkariya çekan bide Barzanî û Pêşmergeyan em amide ne ku piştevaniyê bikin. Ger Pêşmerge bixwazin dikarin di ser welatê me re derbasî Suriyeyê bibin. Lê em dijberin ku Emerîka çekan bide PKKê. Divê hemû kes bizanibe ku PKK li Tirkiyeyê şerê me dike."
Davutoglu diyar kir ku divê li hemberî Suriyeyê operasyona bejahî jî bê kirin û wiha pêde çû: "Lê di vê derbarê de Tirkiye pêwîste ne tenê be. Çawa ku operasyonên hewayî bi xebateke hevpar pêk tên, divê hemî hêzên hevpeyman li ser vê operasyonê jî bi hev re tevbigerin."
Davutoglu got: "Hêza bêjahî ew mijare ku divê em hemî bi hev re binirxînin û parvebikin. Pêwîstî bi stratejiyeke yekgirtî heye. Lê Tirkiye nikare vî barî bi tena serê xwe hilgire. Ger hêzên hevpeyman xwedî stratejîyeka hevgirtî bin Tirkiye amade ye ku di her warî de rola xwe bilîze."
Davutoglu li ser gotûbêja man û nemana Beşar Esad jî got ku divê mijar ne li ser mana Esad a heta kengê û çawa be lê divê mijara giftûgoyê ew be ku Esad dê kengî û çawa biçê.
K24
