Berhem Salih ligel Ebadî û Malikî civiya
Berhem Salih duhî serdana Bexdayê kir û li wir bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Cîgirê berê yê Serokmarê Iraqê Nûrî Malikî civiya.
Salih serdana Bexdayê kir da ku di şîna siyasetmedarê Iraqê Ehmed Çelebî de beşdar be.
Li gorî agahiyan, di wan herdu hevdîtinan de, pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, pêşhatên dawî yên siyasî û ewlehî û çawaniya nemana girêkan li pêşiya pêvajoya siyasî ya Iraqê, hatin gotûbêjkirin.
Herdu aliyan tekez li ser zêdekirina hewlên çareserkirina nakokiyan û yekxistina helwêstan li hember pirsên navxwe û derve, herwiha jinavbirina DAIŞê bi awayekî bilez û vegerandina asayiş û aramiyê bi welat, kirin.
Berhem Salih li Bexdayê ligel Wezîrê Derve yê Iraql Îbrahîm Ceiferî û Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî jî civiya.
Rudaw
