• Thursday, 19 February 2026
logo

Barzanî bo Dadgeha Leşkerî biryar derxist

Gulan Media November 9, 2015 Nûçe
Barzanî bo Dadgeha Leşkerî biryar derxist
Bi biryara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo cara yekemîn, yekem Serokê Dadgeha Pêdeçûnê ya Leşkerî li Başûrê Kurdistanê dest bi kar bû.

Serokê Dadgeha Pêdeçûnê ya Leşkerî li Başûrê Kurdistanê, Hakim Şakir Hurmizyar di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: "Bi razîbûna Civata Wezîran û biryara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro ez wek yekemîn Serokê Dadgeha Pêdeçûnê ya Leşkerî li Herêma Kurdistanê dest bi kar bûm."

Hakim Şakir Şerîf Hisên Hurmizyar di sala 1956an de û li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye.

Hakim Şakir xwandina destpêkê li Kerkûkê bi dawî aniye û piştre xwandina xwe li Hewlêrê domandiye.

Herwiha di serdemê şoreşa Îlonê ya li Başûrê Kurdistanê de, pêşmerge bûye.

Hakim Şakir Hurmizyar Serokê berê yê Dadgeha Pêdeçûnê li sînorê parêzgeha Hewlêrê û endamê berê yê Encumena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê bûye.

Rudaw
Top