• Thursday, 19 February 2026
logo

Fermandeyekî Pêşmerge: PKK nikare pêşiya rizgarkirina Şingalê bigire

Gulan Media November 9, 2015 Nûçe
Fermandeyekî Pêşmerge: PKK nikare pêşiya rizgarkirina Şingalê bigire
Fermandeyê Pêşmerge li eniyên rojhilat û rojavayê çemê Dîcle, Zeîm Elî diyar kir ku ti kes nikare pêşiya rizgarkirina Şingalê bigire û got, em ti carî bi PKKê re şer nakin.

Ev çend roj in behsa operasyona rizgarkirina bajarê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê tê kirin lê tê gotin ku operasyon hatiye paşxistin. Hinek fermandeyên Pêşmerge mîna Qasim Şeşo jî dibêjin, PKK nahêle ev operasyon bê kirin.

Derheqê vê mijarê de fermandeyê Pêşmerge li eniyên rojava û rojhilatê çemê Dîcle, Zeîm Elî ji Rûdawê re got, ti kes û hêzek nikare pêşiya planên Pêşmerge ji bo rizgarkirina Şingalê bigire. Nabe PKK hizra têkdana planên Pêşmerge bike ji ber ku hemû dinya dizane Şingal beşek ji Başûrê Kurdistanê ye û ev cihê PKKê nîne. Ma PKK dikare bi 200 şervanên xwe ve li hember 10 hezar Pêşmerge bisekine!?

Piraniya gund û navçeyên Şingalê hatine rizgarkirin lê tenê beşek biçûk ji xelkê wir vegeriyane malên xwe. Tê gotin ku hinek jî ji tirsa şerê PDK û PKKê venagerin.

Zeîm Elî, ku heyamekê Wezîrê Pêşmerge jî bûye, li ser îhtimala derketina şerê PKK û PDKê got, Serok Barzanî soz daye ku heta sax be nahêle şerê birakujiyê derkeve ji ber wê jî em ti carî hizra wê nakin şerê PKKê bikin. Em dixwazin bi rêya diyalogê nakokiyên xwe çareser bikin.

Li ser rewşa Şingalê û bajarokê Til Eferê jî wî fermandeyê Pêşmerge agahî da û got, li gorî wan agahiyên ku ji me re tên DAIŞê hêzek mezin li wan deveran kom kiriye, otomobîlên bombekirî daniye û çekdarên xwekuj jî li wan deran bicîh kiriye lê balafirên şer her gav li wan didin û êrişên wan pûç dikin lewma tevgera DAIŞê ti bandorekê li ser planên me nakin.

Hêzên Pêşmerge roja 21ê Kanûna par piraniya navçeyên devera Şingalê yên mîna Zûmar, Sinûnê û gellek gundên wê deverê ji destê DAIŞê derxistin lê heta niha bajarê Şingalê, bajarokên Gir Izêr û Bilêc, gundên Koço û Til Benat û Sîba Şêx Xidir û hinek cihên di destê DAIŞê de mane. Ev du hefte ne amadekariyên girtina wan deran tê kirin lê nayê zanîn ew operasyon dê kengê dest pê bike.

Zeîm Elî derheqê paşxistina operasyona Şingalê de jî got, sebeba paşketina operasyonê girêdayî plana operasyonê ye. Her gava ferman hat dayîn û plan amade bû operasyon dê dest pê bike.

Rudaw
Top