Peyama Elî Qeredaxî bo Ak Partî û HDP’ê
Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Zanayên Misliman ên Cîhanê Elî Qeredaxî dibêje berdewamkirina şer di berjewendiya ti aliyekê de nîne.
Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Zanayên Misliman ên Cîhanê Elî Qeredaxî ji Ak Partî û HDP’ê daxwaz kir ku bi berpirsiyariya xwe ya dîrokî rabin û ji bo bidawîbûna şer kar bikin.
Elî Qeredaxî di hevpeyvînekê de ligel ajansa Anadol ligel pirôzbahiya serkeftina Ak Partî, pîrozbahiya HDPê jî kir ku karî di Bakûrê Kurdistanê de bibe partiya yekem, benda ji sedî 10 ê hilbijartinan derbas bike û 59 parlamenteran bişîne parlemenê.
Qeredaxî ji Ak Partî û HDP’ê xwest bi perpirsiyariyên xwe yên dîrokî rabin û dawî li şer bînin û aştiyê misoger bikin. Qeredaxî got: ‘’Divê gelê Kurd û Tirk rêz li îradeya hev bigrin û di çarçoveya Tirkiyê de bi hevre bijîn.’’
Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Zanayên Misliman ên Cîhanê Elî Qeredaxî got şer di berjewendiya ti aliyekê de nîne û tenê malwêranî û rijandina xwîna mirovên guneh tine. Qeredaxî xwest parlamena nû bikare pirsgirêkan çareser bike û bikare bêyî ferq û cudahî giringî bide kar geşedana Tirkiyê û Kurdistanê.
Basnews
