• Thursday, 19 February 2026
logo

Husên Şehristanî ,ji kuştinê filitî!

Gulan Media November 8, 2015 Nûçe
Husên Şehristanî ,ji kuştinê filitî!
Hat zanîn ku çekdarên DAIŞê xwestine Wezîrê Xwendina Bilind ê Iraqê Husên Şehristanî bikujin lê Şehristanî filitiye.

Rayedarekî Wezareta Xwendina Bilind a Iraqê îro eşkere kir ku Wezîrê Xwendina Bilind Husên Şehristanî, duh ji bo ku rewşa zanîngeha bajarê Tikrîtê yê Iraqê her wiha milîsên şîe yên li wir bişopîne, çûbû Tikrîtê lê rastî êrişa çekdarên DAIŞê hat.

Wî rayedarî ku nexwest navê wî were eşkerekirin, got, çekdarên DAIŞê li devera Mekholê ya Tikrîtê karwanê Wezîrê Xwendina Bilind dan ber fîşekan lê tiştek bi wezîr û yên pê re nehat tenê zirar li hinek otomobîlan ket.

Husên Şehristanî, beriya niha alîkarê Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî di karûbarên petrolê de bû. Şehristanî bi neyartiya xwe li hember kurdan tê nasîn.

Rudaw
Top