Berdevkê Erdogan: Di destûra nû de divê kurd jî cîh bigirin
Berdevkê Serokomarê Tirkiyê, Îbrahîm Kalin li ser rewşa Tirkiyê ji Aljazeera Erebî re axivî û ragihand, encamên hilbijartinên 1ê Mijdarê ji bo gellek kes û aliyan surprîz bû lê ji bo yên ku civak û siyaseta Tirkiyê baş nas dikin, surprîz nebû.
Îbrahîm Kalin li ser destûreke nû jî axivî û got, divê Destûra niha ku sala 1982ê ji aliyê kûdetageran ve hatiye nivîsandin, were guhertin. Encamên hilbijartinan nîşan da ku divê destûreke nû were nivîsandin ku tirk, kurd, laîk, oldar, lîberal û tevahiya gel û pêkhateyên Tirkiyê tê de cîh bigirin.
Berdekê Erdogan diyar kir ku destûra nû dê bi rêya muzakere û lihevkirina partiyên siyasî were nivîsandin û got, jixwe partiyên siyasî li ser %60ê destûra nû li hev kirine li ser pişka din jî nakokî hene. Piştî ku destûra nû hat nivîsandin dê bikeve referandomê.
Îbrahîm Kalin tekez kir ku qesta wî ji destûra nû, guhertina beşek ji destûra niha nîne lê nivîsandin û çêkirina destûreke nip-nû ye.
Li ser vê yekê ku gelo di destûra nû de sîstema rêveberiya Tirkiyê dê parlamenî be yan serokatî, berdevkê Serokomarê Tirkiyê got, ev mijar dê li gorî şert û îhtiyacên Tirkiyê derkeve holê.
Rudaw
