Serok Barzanî pêşwaziya Usame Nuceyfî kir
Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û pêşhatên emniyên dawî û rewşa bereyên rûbirûbûnê li gel terorîstan guftûgo kir. Her wiha behsa rewşa parêzgeha Enbar û Nînowa û Selahedînê kirin û çawayiya rûbirûbûna terorîstan û azadkirina navçeyên bin desthilata Da'îş xistin ber behs.
Behskirina rewşa navçeyê bi giştî, mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
