• Thursday, 19 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derveyê Tirkiye kir

Gulan Media November 4, 2015 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derveyê Tirkiye kir
Roja çarşem 04.11.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Feridun Sinirlioglu Wezîrê Derveyê Tirkiye û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de Wezîrê Derveyê Tirkiye ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasî Serok Barzanî kir û silavên Serok Komarê Tirkiye bi Serok Barzanî gihand. Her wiha ji bilî balkişandina girîngîdana Herêma Kurdistanê wê yekê ragihand ku bi sedema bingehînên cîraniyê welatê wan hez bi pêşketina Herêma Kurdistanê dike û tekez li wê yekê jî kir ku Tirkiye palpiştiya aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê û berfirehtir kirina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê dike.

Li beranber da Serok Barzanî spasî Serok Komar û Wezîrê Derveyê Tirkiye kir û ji bo birêveçûna serkeftiya proseya hilbijartinê li Tirkiye pîrozbahiyê jî li şanda mîhvan kir û hêvî jî xwest ku encamên hilbijartinê bibê sedema kûrtirbûna aramî û asayîş û aştiya li Tirkiye û navçeyê û tekez jî li pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Tirkiye kir û wê yekê xisterû ku her dû alî cîranê hevdû ne û li yek cografyayê da dijîn û divê bi navê geşbûn û pêşketinê da her dû alî kar ji bo pêkanîna aramî û asayîş û aştiyê bikin.

Her li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û emniya navçeyê bi giştî û Sûriye û şerê dijî terorîstan bi taybetî danustandina bîr û ramanan kirin û tekez jî li ser şêwirîn û peywendiya berdewamiya li ser pêşhatên dawî kirin.
Top