Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Bilinda Îslamî li Iraqê kir
Li hevdîtinê de her dû alî dilgiranî û hevxemiya xwe bi sedema koça dawî ya siyasetmedar û têkoşerê Iraqî Ehmed Çelebî ragihandin û rola xwedê jê razî li dîroka nû ya Iraqê û berqerarkirina demokrasî û hevdû nêzîkkirina aliyan û pêkhatên Iraqê de bilind nirxand.
Her li vê hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya Iraqê û şerê dijî terorîstan û serkeftinên hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li beranber terorîstan guftûgo kirin. Her wiha ji bilî balkişandina peywendiyên dîrokiyên di navbera her dû aliyan de tekez li ser berdewamiya peywendî û hemahengî û danustandina bîr û ramanan li navbera her du aliyan kirin.
