Hilbijartinên Tirkiyê- Milyonek deng hatiye betalkirin!
Hilbijartinên giştî yên Tirkiyê qediyan û tevahiya dengan jî hatin hijmartin. Li gorî dengên ku hatine hijmartin, AKP bûye yekemîn, CHP di rêza duyemîn de cîh girtiye, MHP bûye sêyemîn bûye û HDP jî li hey wan e.
Li gorî encamên ne fermî, rêjeya dengên partiyên sereke wiha ye:
AKP: 49.41
CHP: 25.38
MHP: 11.93
HDP: 10.71
Hejmara kursiyên wan 4 partiyan jî wiha ye:
AKP: 316
CHP: 134
HDP: 59
MHP: 41
Li gorî hejmara parlamenteran, HDP di rêza sêyemîn de cîh digire.
Li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 178 hezar û 452 sindoq hatibûn danîn. Bi giştî ji 56 milyon û 965 hezar û 99 hilbijêran 48 milyon û 438 hezar û 166 kesî deng dane lê 47 milyon û 494 hezar û 943 deng hatine qebûlkirine û zêdtirî milyonek deng jî hatiye betalkirin. Rêjeya tevlîbûnê %89.34 hatiye hesibandin.
Di hilbijartinên Tirkiyê de 16 partî û 21 namzedên serbixwe hevrikî dikirin.
Rudaw
