Demîrtaş: Gelê me dikare serkeftineke mezintir bidest bixe
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demîrtaş îro li Stenbolê beşdarî çalakiya “Dayîkên Şemiyê” bû û piştî çalakiyê pirsên rojnamevanan ên derbarê rojevê de bersivand
Selahattin Demirtaş wiha got: "Gelê me roja 7ê Hezîranê serketinek baş bidest xistibû û dikare roja 1ê Mijdarê destkeftiyên xwe mezintir bike."
Demirtaş helbijartinên 1ê Mijdarê weke derfetekê dazanîn û wiha domadn: “Li Tirkiyeyê helbijartineke adilene bi rê ve naçe lê tevî hemû dek û dolabên AKPê em nêzîkî herifandina desthilata wan bûne. Zilm û zordariya wan gellek mezin bû lê berxwedana me mezintir bû û em bi serkeftin.”
Hevserokê Giştî yê HDPê da zanîn hinek wezîfadarên wan ên hilbijartinan hatine binçavkirin û herwiha anî ziman, sibê jî divê ew bi heman hestan biçin ser sindoqan.
Rudaw
