• Thursday, 19 February 2026
logo

Kurdên Rojhilat daxwazekê arasteyî Nêçîrvan Barzanî dikin

Gulan Media October 31, 2015 Nûçe
Kurdên Rojhilat daxwazekê arasteyî Nêçîrvan Barzanî dikin


Kurdên Rojhilatê Kurdistanê daxwazekê arasteyî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dike Nêçîrvan Barzanî dikin, dixwazin ku sînor bo hetin û çûna wan bo Herêma Kurdistanê neyê danîn, jiber gelek xizmên wan li Herêma Kurdistanê ne.

Li gorî biryarek Hikûmeta Herêma Kurdistanê her wilatiyekî Îranê dikare di salê de bi tenê çar caran serdana Herêma Kurdistanê bike, lêbelê Kurdên Rojhilatê Kurdistanê nîgeran dike, jiber li gorî ku ew dibêjin xizim û malbatên wan gelek li Herêma Kurdistanê ne û ew ji wilo bêhtir serdana Herêm aKurdistanê dikin. Bi vî biryarê hatin û çûna wan tê birîn.

Berpirsê Pêwendiyên Îran û Herêma Kurdistanê Ebdullah Akreyî ji BasNews re ragehand: Îranî dihatin muhleta 10 rojan digirtin di wê maweyê de kar dikirin, hinek xwedî şirket jî bû demek dirêj diman û vedigeriyan û nedixwestin xwe şanî dezgehên ewlekariya Herêma Kurdistanê bikin, ev jî nagunce li gorî yasay û karên hikûmetê.

Herwiha got: “Hikûmetê xwest çareyekê ji vê pirsê re bibîne û giha vê biryarê ku her kesekî Îranê zêdetir ji çar caran nikare were Herêma Kurdistnê û cara pence rêpênadin.”

Akreyî got: “Em ji nîgerana xelkê Rojhilatê Kurdistanê têdighên lêbelê asayişa Kurdistana me jî divê li ber çavwere girtin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar da ku welatiyên Rojhilatê Kurdistanê bê beramber derbasî Herêm aKurdistanê bibin, lêbelê ev biryara hikûmetê ya nû demkiye da ku çareseriyek ji vê pirsê re bê danîn jiber Serokwezîr û Wezîrê Navxwe jî ji nîgeranan xelkê Rojhilata Kurdistanê têdighên.”

Herwiha navborî ew jî eşkere kir ku, mixabin bi vê biryarê em dê hewil bidin ku xelkên sûdmend û xelkên xirab jihev derxin, jiber berî niha kesên dihatin maweyê 4 salan kompaniyên wan hebûn bêyî ku xwe diyar bike jibo dezgehên ewlekariya Kurdistanê.

Rudaw
Top