• Thursday, 19 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Seroka Bajarvaniya Parîsê kir

Gulan Media October 29, 2015 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Seroka Bajarvaniya Parîsê kir
Roja pênçşem 29.10.2015 li bajarê Hewlêrê, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya xanima An Hîdlgo Seroka Bajarvaniya Parîs û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de Seroka Bajarvaniya Parîsê palpiştiya tevahiya xwe û hevbajariyên Parîsê ji bo gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand û balkişand li ser wê yekê ku agahdarî rewş û tehdîda li ber Herêma Kurdistanê ne û piştevanê pêşketin û geşbûna Herêma Kurdistanê ne. Seroka Bajarvaniya Parîsê eve jî bi Serok Barzanî ragihand ku bajarê Parîsê li warê avadanî û teknolojiya û jîngehê de, yarmetiya bajarê Hewlêrê dide û kar ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera wan dû bajaran dike.

Li beranber da Serok Barzanî spasiya gel û Hikûmeta Fransayê kir ku piştevanê xelkê Kurdistanê ne û di demên teng da palpiştê gelê Kurdistanê bûne û pêşwaziyê li pêşxistina peywendiyên di navbera her dû bajarên Hewlêr û Parîsê kir. Her wiha bi rêz ve behsa dosta gelê Kurd Madam Mitterand kir ku palpiştekî mezina gelê Kurdistanê bûye û pêzanînê jî ji bo serdana Serok Holland ya Herêma Kurdistanê derbirî ku di dema şer û tengasiyan da serdana Hewlêrê kir û ew serdan balkişandinek bû ji bo peywendiya kûr ya her dû gelê Kurdistan û Fransa.

Li beşekî dinê hevdîtinê de behsa metirsiyên terorê ya ser asayîşa cîhanê kir û her dû alî wê yekê dûpat kirin ku teror dijminê hevbeşê hemû aliyeke û pêwîste bi cîddî û hewla hemû aliyek ewe be ku kar ji bo nehiştina sedemên serhildana teror û bîr û hizra tundrewiyê bikin. Her li vê hevdîtinê de behsa qeyrana koçber û penaberan kirin û rêyên çareserkirina vê kêşeyê guftûgo kirin.

Hêjayî gotinê ye rêzdar Newzad Hadî Parêzgerê Hewlêrê û Alên Cîrat Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêr amadeyê hevdîtinê bûn.

Top