• Thursday, 19 February 2026
logo

Li ser YPGê, di navbera Amerîka û Tirkiyê de alozî derket!

Gulan Media October 28, 2015 Nûçe
Li ser YPGê, di navbera Amerîka û Tirkiyê de alozî derket!
Hat zanîn ku Amerîka li dijî êrişên Tirkiyê yên li hember YPGê derketiye lê Tirkiyê ji Amerîka gotiye, wan “xeta sor” derbas kirine!

Li gorî ku YPGê ragihandiye, artêşa Tirk ji roja 24ê Cotmeha îsal ve heta niha herî kêm 5 caran, bi çekên giran li çeperên şervanên wan ên li Girê Spî û Kobanî dane.

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu jî êrişên han piştrast kiriye û gotiye, ji ber ku ew derbasî “rojavayê çemê Feratê” bûne hedefa artêşê.

Lêdana hêzên YPGê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve di medyaya Tirkiyê de jî cîh girtiye. Li gorî medyaya Tirkiyê, balafirên şer ên Tirkiyê 2 qeyîkên YPGê yên ku dixwastin derbasî aliyê rojava yê çemê Feratê bibin, kirine hedef.

Di medyaya Tirkiyê de her wiha hatiye ragihandin ku piştî wan êrişan, rayedarên amerîkî dest bi tevgera dîplomatîk kirine û ji Tirkiyê xwestine êrişên li hember YPGê bên sekinandin. Lê Tirkiyê ji amerîkiyan re gotiye, wan “xeta sor” derbas kirine.

Rudaw
Top