Wezîrê Sûrî ji Rûdawê re axivt: Em qebûl nakin!
Wezîrê Lihevhatina Niştîmanî yê Sûriyeyê îro beşdarî bultena nûçeyan a Rojavayê Kurdistanê ya televizyona Rûdawê bû û derbarê rewşa Sûriyeyê û civîna Viyennayê de agahî dan.
Elî Heyder ragihand: “Mijara civîna Viyennayê ne li ser kesatiya Beşar Esed bû, belku di civînê de tekezî li ser parastina dezgehên dewletê hatiye kirin ku serokatiya Sûriyeyê jî yek ji wan dezgehan e.”
Heyder got: “Li gor destûra Sûriyeyê, Esed serokek e ku ji aliyê gelê Sûriyeyê ve hatiye hilbijartin.”
Wezîrê Lihevhatina Niştîmanî yê Sûriyeyê amaje bi wê yekê kir, ku di civîna 4 alî ya Viyennayê de behsa qonaxa veguhastinê li Sûriyeyê tê kirin û di vê bareyê de got: “Eger armanca civînê qonaxa veguhastinê be, em wê yekê red dikin, lê belê eger armanc dawîanîna bi şerê li Sûriyeyê û terorê be, em pêşwaziyê lê dikin.”
Elî Heyder got: “Piştî dawîhatin bi şer, em dikarin li gor destûr û bo pêkanîna hikûmeteke yekîtiya niştîmanî hilbijartineke nû pêk bînin.”
Heyder di berdewamiya axavtinên xwe de amaje bi operasyonên Rûsya di nav axa Sûriyeyê de kir û got: “Rûsya destwerdan di nav axa Sûriyeyê de nekiriye, lê belê hevrêzî di navbera her du welatan de heye û ew jî li gor yasayên navdewletî bo alîkariya Sûriyeyê û rizgarbûn ji dest terorê.”
Îro civîna 4 alî ya derbarê kirîza Sûriyeyê û çarenivîsa Serokê Sûriyeyê Beşar Esed de bi beşdariya wezîrên derve yên her 4 welatên Amerîka, Rûsya, Tirkiye û Erebistana Siûdiyeyê li bajarê Viyenna ya paytextê Nemsayê hat lidarxistin.
Civîn berî çend saetan dawî pê hat û hat ragihandin, ku her 4 alî li ser paşeroja Beşar Esed negihîştin ti helwesteke hevbeş.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê piştî civînê di konfranseke rojnamevaniyê de ew civîn bi civînek baş wesif kir û ragihand, ku wê civînê encameke baş hebû.
Lê belê Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdiyeyê Adil El-Cubeyr piştî bidawîhatina civîna 4 alî ragihand: “Di civîna Viyennayê de em derbarê çarenivîsa Esed de negihîştin ti helwesteke hevbeş.”
Adil El-Cubeyr herwiha got: “Lê belê em hemû li ser vê yekê xwediyê nêrînek hevbeş bûn ku gerek civînên derbarê qeyrana Sûriyeyê de berdewam bin.”
Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov jî da xuyakirin: "Di civîna 4 alî de tekezî li ser yekparçebûna axa Sûriyeyê hat kirin û me daxwaz kir ku aliyên din ên wek Îran û Misir jî beşdarî di gotûbêjên çareserkirina qeyrana Sûriyeyê de bikin."
Derbarê çarenivîsa Serokê Sûriyeyê Beşar Esed de jî Lavrov got: “Gerek gelê Sûriyeyê bi xwe biryar li ser paşeroja Beşar Esed bidin.”
Rudaw
