• Thursday, 19 February 2026
logo

Namzetê serokatiya Amerîka: Pêwîst nake rejîma Esed hilweşînin

Gulan Media October 19, 2015 Nûçe
Namzetê serokatiya Amerîka: Pêwîst nake rejîma Esed hilweşînin

Namzetê serokatiya Amerîkayê Ted Cruz ragehand ku pêwîst nake hewla li ser kar birinina serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed bê dayîn.

Ted Cruz ku biryare di hilbijartinên sala 2017 de bibe namzet, di hevpeyvînekê de ligel kanalek Amerîkî ragehand ku heger Sadam Hisên û Muammer Qedafî liser erkê xwe bimana, Rojhilata Navîn dibû aramtirîn devere.

Kruz herwiha amaje bi wê yekê kiriye ku pêwîste Amerîka di mijara Sûriyê de hemahengiyê ligel Rûsya bike û li dijî DAIŞ’ê êrîşan bike. Kruz dibêje pêwîst nake rejîma Esed bê jinavbirin.

Navborî herwiha Serokê Amerîka bi wê yekê tometbar dike ku jiber xeletiyên polîtîkayên wî, li Sûriyê valahî çêbûye û DAIŞ’ê kariye ji vê yekê îstîfade bigre.

Ted Kruz dibêje divê Amerîka li Sûriyê tenê şerê DAIŞ’ê bike û ji şerê navxwe dûr bisekine.

Basnews
Top