Ereb, Sûrî û endamên partiyan jî dinav xwepêşanderan de hebûn
Endamekî Pîlotbîroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) eşkere kir ku nêzîkî 400 kes ji xwepêşanderan hatine destgîr kirin, di nav wan de Ereb, Sûrî û endamên partiyan jî hene.
Malpera fermî ya Yekgirtû Islamiya Kurdistanê (Yekgirtû) li ser zimanê Endamê Pîlotbîroya YNKê Sedî Pîre ragehandiye: “Destê derve di nav xwepêşanderan de hebû, nêzîkî 400 xwepêşanderî hatine destgîr kirin, di nav wan de Ereb, Sûrî û endamên partiyan jî hebûn.”
Herwiha li gorî malpera fermî ya Yekgirtû; Îro 14 Cotmehê Berpirsaê Pêwendiyên Giştî yê YNKê Sedî Pîre ligel nûnerên 27 welatên ku nûnertiya wan li Hewlêrê heye civiyabû û piştî civînê ragehand: “Di civînê de rewşa niha ya Kurdistan, Iraq û navçeyê bi giştî hate behskirin, di civînê de YNKê nerazîbûna xwe derbarê rewşa Kurdistanê de anî ziman.”
Sedî Pîre beramberî nûnerên welatan ragehand ku ew dê hemû hewlên xwe bidin bo çareser kirina qeyranê bi rêka gotûbêjan re bikin.
Basnews
