Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir
Li vê kombûnê da Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê nêrîna xwe ya di derbarê rewşa navxweya Herêma Kurdistanê û aloziyên heftiya derbasbûyî ji bo Serok Barzanî behs kir û nîgeraniya xwe li beranber aloziyan nîşanda bi taybetî ku tundutîjî û êrîşkirina ser baregeha aliyan encamên xerap dibê û çareseriya kêşeyan nake. Her wiha eve jî xisterû ku aramiya Herêma Kurdistanê gelek girînge bi taybetî ku tehediyata aborî û şerê Da'îş rûbirûyê Herêma Kurdistanê bûye. Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê pesna bangewaziya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir ku li sengerê şerê Da'îş pêşkêşî aliyên siyasiyan kiribûn. Amadehiya rêxistina Neteweyên Yekgirtî jî ragihand ku hevkariya aliyên siyasiyan bê ji bo çareserkirina kêşeyan û daxwaza danustandin û hevdû nêzîkbûna aliyan kir.
Hereşeya terorîstan û rewşa siyasiya navçeyê û guhertinên siyasî û emniyên dawî mijareke dinê vê kombûnê bûn.
