HDP: Di teqînên Enqerê de 128 kesan jiyana xwe ji dest dan
Duh di mîtînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û çend alîû sendîkayên din de ya ku bi navê Mîtînga Aştiyê li Enqerê hatibû lidarxistin,du teqînên terorîstî qewimîn ku tê de bi dehan kes bûne qurbanî.
Serokwezîrtiya Tirkiyê derbarê hejmara qurbaniyên vê bûyerê de ragihand ku hejmara qurbaniyên teqîna Enqerê 95 hemwelatî ne, lê belê HDP diyar dike ku hejmar ji yên fermî zêdetirin.
Navenda Maseya Kirîzê ya HDP jî ragihand ku hejmara qurbaniyan gihiştiye 128 kesan û 516 kes jî birîndar bûne.
Ji aliyê din ve derbarê naveroka êrîşê de jî agahiyên nû derdikevin. Hate gotin ku du xwekujan ev êrîş pêkaniye û her weke êrîşa li Pîrsûsê TNT hatiye bikaranîn.
PAN
