• Monday, 18 May 2026
logo

Şirnex – Artêşa Tirk gund dan ber topan: 3 gundî mirin

Gulan Media September 26, 2015 Nûçe
Şirnex – Artêşa Tirk gund dan ber topan: 3 gundî mirin
Li navçeya Bêşebabê ya Şirnexê, di encama şer û pevçûnên navbera hêzên PKKê û artêşa Tirk de herî kêm 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn. Dewletê devera Şemzînanê ya Colemêrgê jî bi qasî 11 rojan herêma leşkerî ragihand.

Ji pêr (24ê Îlonê) şev ve, li navçeyên Bêşebab ya Şirnexê şerekî giran di navbera hêzên PKKê û artêşa Tirk de derketiye û heta niha jî didome.

Li gorî agahiyan, piştî ku PKKê êrişî çend qereqolên artêşa Tirk li devera Bêşebabê kir, artêşê jî dest bi operasyoneke berfireh li dijî PKKê kir.

Li gorî ku artêşa Tirk dibêje, di şerê duh de 2 leşker hatin kuştin û 8 leşker û cerdevanek jî birîndar bûn.

Ji aliyekî din hat gotin ku hêzên Tirk gundên derdora bajarokê Bêşebabê dane ber topan, di encamê de herî kêm 3 gundî mirine û 4 kes jî birîndar bûne.

Her wiha şofêrê ambulansa ku dixwest polîsên birîndar bibe nexweşxanê, rastî êrişa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da. Hat gotin ku şofêrê ambulans kurd û xelkê Bêşebabê bûye.

Şanda HDPê diçe Bêşebabê


Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî ragihand, ji bo şopandina rewş Bêşebab û deverên derdorê dê şandekê bişîne wir. Şanda HDPê dê îro serdana Bêşebabê bike.

Ji aliyekî din, Walîtiya Colemêrgê ragihand, “ji ber zêdebûna şer û bûyerên terorê” hinek gund û deverên derdora bajarokê Şemzînanê dê heta 11 rojan wek herêma leşkerî û qedexe were ragihandin.

Rudaw
Top