• Monday, 18 May 2026
logo

Encama lêkolînê derket: Efserê almanî nehatiye kuştin!

Gulan Media September 25, 2015 Nûçe
Encama lêkolînê derket: Efserê almanî nehatiye kuştin!
Encamê lêkolînên derbarê mirina berpirsekî leşkerî yê Almanya ku di hotêleke Hewlêrê de bi mirî hatibû dîtin, derket û li gor encama new berpirsê almanî bi kirîza dil jiyana xwe ji dest daye.

Duh 23ê Îlonê berpirsekî leşekerî yê Artêşa Almanya ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de li Hewlêrê bû, li bajarê Hewlêrê ya paytextê Başûrê Kurdistanê bi mirî hat dîtin.

Li gor çavkaniynên medyayên almanî, efserekî artêşa wî welatî yê bi navê Stephan Spottel saet 13:30an bi mirî di odeya xwe de li hotêl Krîstal a bajarê Hewlêrê hat dîtin.

Stephan Spottel herwiha berpirsê yekîneya perwerdeyiya leşkerî ya almanî li Herêma Kurdistanê bûye ku perwerdeya leşkerî dide Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê.

Derbarê çawaniya mirina wî berpirsê artêşa Almanya, berpirsekî pilebilind ê ewlehiyê yê bajarê Hewlêrê ku nexwest navê wî were belavkirin, ji Rûdawê re ragihand: Piştî lêkolînan derketiye ku ew kes kirîza dil derbas kiriye û ji ber wê jî jiyana xwe ji dest daye.

Pêştir hinek ji degzehên medyaya yên almanî behsa wê yekê kiribûn ku efserê almanî Stephan Spttel di yek ji hotêlên bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê de bi mirî hatiye dîtin.

Lê belê ew berpirsê ewlehiyê yê Hewlêrê ku ji Rûdawê re axivî, ew agahî red kirin ku qaşo efser Stephan Spottel hatibe kuştin, lê ew kes nehatiye kuştin û di hotêlê de jî bi mirî hatiye dîtin. Herwiha li gor gotina wî rayedarê, piştî lêkolînan jî ew yek d erketiye holê ku ew efser bi kirîza dil miriye.

Piştî mirina Stephan Spottel, kese din bi navê Jan Heymann ji aliyê berpirsên Almanya ve wek Berpirsê Yekîneya Perwerdeyiya Almanî li Kurdistanê hatiye destnîşankirin.

Rudaw
Top