• Thursday, 19 February 2026
logo

Rojava vala dibe, kurd li sînorên cîhanê dimirin!

Gulan Media September 8, 2015 Nûçe
Rojava vala dibe, kurd li sînorên cîhanê dimirin!

Trajediya kurdan a ku di serdema 21. de bi destê DAIŞ û komên din ên tundirew didome gihîşt asteke tirsnak ya ku cîhanê mat dihêle. Piştî ku DAIŞ’ê berê xwe da Kurdistanê û bi taybetî jî li Rojava wehşeteke bêhempa belavkir, hemû bajar û navçeyên herêmê zivîrin qada heşermeşerê.

Çewtiyên siyaseta kurd:

Herwiha di heman demê de PYD ya ku li Rojava xweserî ragihand û kanton avakir jî êdî nikare çareyekê ji gel re bibîne da ku rê li ber koçberiyê bê girtin. Bi taybetî nêzikahiya PYD ya ku nahêle tu partî an hêzeke din daxîlî Rojava bibe û gelek sedemên din dihêlin ku bi sed hezeran Rojavayî li ser rê û dirbên koçberî û nediyariyê telef bibin. Birçîbûn, bê avî, şer û niha jî leşkeriya neçarî ya ku PYD ferz dike sedemên valabûna Rojava ne.

Herwiha tevî ku heza wan ji çareseriyê re nîn e li hêla din nahêlin ku partiyên din ên kurd li Rojava kar bikin jî, PYD bahgawaziyên ecêb dike. Rêvebirên kantonan bang li Ewropa dikin da ku rê li ber koçberan bigirin. Hinek ji wan jî çapemenî û raya giştî sûcdar dikin da ku rewşa awareyan mezintir dikin û hejmarê mezin dikin. Li gor zanyariyan hejmara koçberan ên ku ji Rojava direvin gihîştiye asteke tirsnak. Herî dawî Alan Kurdî zarokê ku li qiraxa behra Ege’yê jiyana xwe jidest da dinya hêjand û careke dî rewşa awarte ya Rojava rakişand çavên hemû derûdoran.

Koçberiya ref bi ref a kurdên Rojava gihiştiye qonaxeke nû. Li gor zanyariyên Rêveberiya Herêma Kurdistanê zêdetir ji 300 hezar kes ji sînorên Sêmalka derbasî Başûrê Kurdistanê bûne û li kampan hatine bi cihkirin. Her wiha tê zanîn ku zêdetir ji 400 hezar kes jî derbasî Bakurê Kurdistanê bûne û bi hezaran kes jî derbasî Lûbnan û Ewropa’yê bûne. Rojavaya ku bi şerê Kobanê ket rojeve raya giştî ya cihanê niha jî bi koçberî û valabûnê di rojeva cihanê de ye. Niha jî hemû dezgehên medyayî berê xwe dane şopa rêyên kurdên Rojava yên ber bi koçberiyê. Xelkê Rojava yên beriya niha bi çar salan ji ber êrîşên komên çekdar berê xwe dan Bakur û Başûrê Kurdistanê niha jî hewld didin ber bi Ewropa’yê ve herin. Her wiha awareyên Rojava niha derbasî Mecerîstan, Yewnanîstan, Bulgarîstan û bajarên deryayî yên Tirkiye’yê bûne da ku xwe bigihînin Elmanya û Îngîltere’yê.

Rêya felatê ya penaberan gelek caran bi karesatan bi dawî dibe û xewn û xeyalên wan ê rizgariyê bi dawî dibin. Keştî û kelekên wan gelek caran noqî bine bahre dibin û difetisin. Her wiha yan di hûndirê TIR û kamyonan de difetisin. Ji nav dîmenê vê karesatê dîmenê herî dawî belav bû yê kurekî sê salî yê Alan Kurdî bû. Alan Kurdî û malbata xwe ji ber êrîşên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatibûn Bakurê Kurdistanê û li wir bi cih bibûn. Piştî wêranbûna gundê wan û kavilbûna Kobanê malbata Alan jî biryar stendibû ku derbasî Ewropa’yê bibin. Xewna Alan û malbata wî pêk nehat û rêwîtiya wan a li bajarokê Bodrûmê dest pê kir di nava deryayê de bi dawî bû. Di encama noqbûna keleka wan de Alan û birayê xwe Xalip û dayika xwe Reyhan tûşî binê derayê bûn û fetisin.

Bi krîza Sûriye’yê û pevçûnên li Heleb û Şamê yên di navbera rejimê û dijberan de bûn sedem ku kurdên li Şamê û Helebê ji wir derkevin û berê xwe bidin bajarê Efrînê. Nêzîkî 200 hezar kurdên li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê û kurdên Şamê koçberî Lûbnan û bajarê Efrînê yê kurdan bûn. Her wiha piştî derbasbûna şer a nav bajarê kurdan û ambargoya li ser Efrînê bû sedem ku kurdên koçberî Efrînê bûne dîsa ji xwe re rêyekê bibinin û dest bi koçberiyê bikin. Her wiha xelkê kurd ê ku malen wanên li Heleb û Şamê wêran bûn û li Efrînê jî negihiştin aramiyê ber bi Kobanê û Qamişlo û navçeyên wê ve hatin. Lê belê hêzên tûndrew ew bajarên kurdan jî ji xwe re kirin armanc û di nava rojekê de 400 hezar kes ji Kobanê ber bi bajarê Pirsûsê yê Bakurê Kurdistanê ve hatin û bi cih bûn. Li hêla din li başûr û li rojavayê bajarê Qamişlo jî şer li dar bû xelkê kurd ê derdora bajarê Qamoşlo jî berê xwe dan Başûrê Kurdistanê û li gor zanyariyan zêdetirî 300 hezar kes niha li kampên awareyan ên li Başûrê Kurdistanê ne.

Her çend ku hêzên kurd nehiştin bajarê Kobanê têkeve destê DAIŞ’ê û gelek bajarên Roajava ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin jî nikarîbûn rê li ber penaberiya xelkê Rojava bigrin. Xelkê Rojava yê ku zêdeyî çar salan e di nava şer de ye niha jî bi polîtîkayên xwe zal kirine yên otorîteya siyasî ya kurd re rû bir û maye. Her wiha ji ber avaneûna yekîtiyeke siyasî, rewşa giran a darayî û nebûna deramedeke baş, leşkeriya neçarî, nebûna av û ceyranê dibin sedem ku xelkê Rojava terkîwelat bibin. Her çend ev dîmenê xeternak li ber çava jî be û demografiya kurdan a li Rojava hatibe guhertin jî partiya siyasî ya kurdan li ser vê meseleye ranewestiyaye û çareseriyek ji vê yekê re nedîtiye.

Yek ji sedemeke sereke ya koçberiya xelkê jî lihevnekirina partiyên siyasî ye. Rayedarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û bereya partiyên siyasî TEV-DEM di wê yekê de jî bi israrin ku ewê bi Encûmena Niştimaniya Kurd (ENKS) re tiffaqê pêk neynin û ewê bi ereb aşûrî û hezên din re biryaran li ser birêvebirin û parastina Rojava bistînin. Li gel 8 hezar Pêşmergeyên Rojava ji bo derbasbûna Rojava amade bin jî PYD eşkere dike ku ewê bi tu awayî destûra wê yekê nede ku Pêşmergeyên Rojava derbasî Rojava bibin û parastina xelkê bikin. Li gel vê biryara PYD’ê li Rojava partî û rêxistinên ereb û aşûrî roj bi roj zêde dibin û sazî û dezgehên nû li Rojava vedikin. Di gel zêdebûna hejmara ereban a li Rojava Partiya Yekîtiya Sûryaniyan bi navê “Jinên Bêtnehrên” tabûrek ava kirin. Li Girêspî û Kobanê jî komên bi ser Bûrkan el Feradê ve gelek caran alên PYD’ê ji ser avahiyan rakirin û alên xwe bilindkirin. Her wiha hat zanîn ku êrîşa dawî ya li ser Kobanê jî bi destê komên bi ser wê rêxistinê ve hatibû kirin.

Alan li Kobanê hat veşartin

Kurê bi navê Alan birayê wî Xalip û diya wî Reyhan li Kobanê hatin veşartin. Termên Alan, birayê wî Xalib û dayîka wî Reyhane yên ku li ser rêya Ewropa’yê jiyana xwe ji dest dabûn, li bajarê Kobanê yê Rojava hatin veşartin. Bavê Alan (Ebdullah) û rêveberên Kobanê, endam û nûnerên ENKS’ê her wiha nûnerên partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê jî di merasîmê de amade bûn. Alan û dayîk û birayê xwe weka şehîd hatin dîtin û li Goristana Şehîdan hatin veşartin.

Rojava dorpêçkirî ye

Endamê Polîtbûroya Partiya Demokarata Kurdistanê li Sûriyê (PDKS) Mihemed Îsmaîl li ser rûdanên dawî yên li Rojava û koçberiya xelkê Rojava agahî da BasNûçe’yê û rewşa xeternak a guherîna demografiyê şîrovekir. Îsmail eşkere kir ku zêdeyî çar sala ye li Rojava şer heye û xelk ji ber şer gelekî aciz e. Her wiha Îsmail daxuyand ku xurek û av jî li Rojava nemaye û metirsî li ser jiyana xelkê çêbûye û xelk ji bo xwe rizgar bike ji Rojava derdikeve. Her wiha Îsmail amaje bi wê yekê jî kir ku Rojava hatiye dorpêçkirin û rê tuneye ku xelk ji xwe re nan û avê peyda bikin. Îsmail da zanîn ku DAIŞ’ê ji hêla başûr dorûbera Rojava xistiye destê xwe û peywendiya Rojava bi deverên din re nemaye û Rojava di bin ambargoyê de ye.

Çar meclis çar hêzên çekdar!

Di berdewamiya axaftina xwe de Mihemed Îsmail da zanîn ku deriyê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de vekiriye û xelkê ku tên dikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin lê bele têra wan nake û ji ber fikara siberojê xelk ji bajarên xwe derdikevin û dixwazin herin devereke aram û li wir bijîn. Her wiha Îsmail amaje bi wê yekê jî kir ku xelkê ku li Rojava maye jî bi fişara PYD’ê re rû bir û dimînin û PYD bi darê zorê bacê ji xelkê distîne û leşkeriya neçarî jî li ser ciwanan ferz dike. Her wiha Îsmail da zanîn ku li Rojava çar rejim avabûne û xelk nema dizane bê ka ewê çi bikin. Îsmaîl wiha berdewam kir; “Niha çar rejim hene. Meclîsa Sotoro, Meclîsa PYD’ê Rejima Esad, Meclîsa Ereban a bi navê Dîfax el Wetenî, xelk nema dizane bê ka ew ê çi bike. Çekdarên her çar hêza jî hene. Xelk ditirse bê ka sibe dusibe ewê çi bibe. Xelkê Rojava derdikeve û xelkê ereb tê li şûna kurdan bi cih dibe. Xelkê ereb ê Reqqa’yê, Deyrazorê tê li Rojava bi cih dibe û demografî guheriye. Pirr mixabin kurd li Rojava nemane.

Mesûd Barzanî di dewrê de ye

Her wiha Îsmail li ser çalakiya ENKS’ê ya ji bo rawestandina koçberiyê û valabûna Rojava jî rawestiya û daxuyand ku ewê ENKS li her nûnertiya xwe mang girtinê bike û ewê bala kurdan û raya giştî ya cihanê jî bikşîne ser wê meseleyê. Her wiha Îsmail bal kişand ser helwest û daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo Alan Kurdî jî û eşkere kir ku Mesûd Barzanî hewl dide ku çareseriyekê ji vê meseleye re bibine da ku kurd ji welatê xwe dernekevin. Her wiha Îsmail amaje bi wê yekê jî kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tu ferqê naxe navbera Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê û wî gelekî alîkarî kiriye û ewê di alikariyê de berdewam be.

“Divê Ewropa deriyan bigre”

Wezîre Dervê yê Kobaê Îbarhîm Kurdo jî li ser sedemên valabûna Rojava û koçberiya xelkê mirina zarokan a li deryayan rawestiya û ji BasNûçe’yê re axivî. Îbrahîm Kurdo eşkere kir ku divê dezgehên navdewletî, saziyên medenî yên navdewletî alikariya wan bikin da ku karibin xelkê Rojava li Rojava bidin sekinandin û rê li ber çûna wan bigrin. Her wiha Kurdo da zanîn ku weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk wan gelekî hewl da ye ku pêdawîstiyên xelkê çareser bikin lê belê ji ber şer derfetê wan jî tünene û xelk ji şer aciz bûye. Di berdewamiya axaftina xwe de Kurdo bang li NY’ê jî kir û wiha berdewam kir; “Banga me ew e ku ne deriyên xwe dile xwe ji kurdan re vekin. Alikariyê bişînin ji Rojava re. Çûna xelkê ya Ewropa ne di cih de ye. Divê em xelkê li Rojava bi cih bikin.”

Banga çareseriyê

Kurdo li ser pirsa me ya “Gelo ereb di şûna kurdan de li Rojava bi cih bûne?” jî wiha bersivand:” Ji despêka krîza Sûriyê’yê ve me deriyê xwe ji hemû xelkê Sûriyê’yê re vekiriye. Em ji wan re dibêjin “werin deriyê me ji we re vekiriye” em bi hev re li hember DAIŞ’ê şer dikin. Lê belê di dirêjahiya demê de ewê metirsî çêbibe li ser Rojava.” Kurdo amaje bi wê yekê jî kir ku divê hemû partiyên siyasî yên kurd li ser koçberiyê rawestin û rê li ber koçberiya Rojava bigrin. Her wiha Kurdo daxuyand ku divê partiyên siyasî yên kurd demildest li hev kom bibin û çareyekê ji vê rewşê re peyda bikin. Kurdo axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Çi partiyên Başûrê Kurdistanê çi yên Bakûr çi yên li Rojava, Rojhilat divê em hemû li hev kom bibin û çareseriyekê peyda bikin.”

Barzanî: Alan sembola belengaziya gelê kurd e

Serokatiya Herêma Kurdistanê di derbarê bûyera xeniqîna Alan Kurdî yê 3 salî de ku xelkê Kobanêya Rojavayê Kurdistanê ye, daxuyaniyek belav kir. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê bûyera xeniqîna Alan Kurdî û malbata wî de, ku di deryaya Spî de xeniqîne, ragihand, dîmenên cenazeyê Alan Kurdî vîjdan dihejîne û semoboleke din a rebeniya gelê kurd e. Serokatiya Herêma Kurdistanê di vê daxuyaniyê de wiha ragihand; “Wêneyê termê wî zarokê kurd ê ji Kobanî vîjdan dihejîne û semboleke din a belengaziya gelê kurd di cîhanê de ye jî.”

“Divê ciwanên kurd ji welatê xwe dernekevin”

Her wiha Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand; “Alan û malbata wî ku rêya bicihhiştina welatê xwe û koçberiyê girtin pêşiya xwe, nimûneya mafxwarî û wê zilmê ne ku bi dirêjiya dîrokê û di qonaxên cuda cuda de li dijî gelê kurd hatiye kirin.” Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hemû cîhan berpirs e li wê yekê ku gelê Kurdistanê biparêzin û rê bi dubarebûna karesatan di jiyana mirovên kurd de bigrin.” Serokatiya Herêma Kurdistanê tekez kir: “Dema wê yekê hatiye ku dawî bi awareyî, trajedî û êş û azarên gelê kurd were û kurd li ser axa xwe bi aştî û serbilindî bijîn.” Di beşeke din a vê daxuyaniyê de, Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwaz ji xortên gelê Kurdistanê kiriye ku axa xwe bi cih nehêlin. Serokatiya Herêma Kurdistanê di berdewamiya vê daxuyaniyê de daxwaza alîkariyê ji civaka navdewletî û welatên azad kir û wiha berdewam kir: “Em daxwaz ji civaka navdewletî û welatên azad dikin alîkariya wan aware û koçberan bidin ku berê xwe dane Ewropayê û bîr li wê yekê jî bê kirin ku çavkaniyên wê zilm û cudakariyê were jinavbirin, ku li dijî gelê Kurdistanê û hemû gelên belengaz ên cîhanê tê kirin.”

“Hejmarên tên eşkerekirin ne rast in”

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Cezîrê Ekrem Hiso jî ji li ser koçberiya xelkê Qamişlo rawestiya û ji Basnûçe’yê re axivî. Hiso eşkere kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hewl dide ku koçberiyê bi dawî bike derfetan ava bike da ku xelkê Rojava vegerin lê belê ji ber şer û pevçûnan destê wan jî hatiye girêdan û nikarin çareyekê peyda bikin. Hiso daxuyand ku medya li ser koçberiya xelkê Rojava gelekî radiweste û zanyariyên ne rast jş belav dike. Hiso amaje bi wê yekê jî kir ku gelek dezgehên medyayê belav dikin ku ji ber leşkeriya neçar xelkê Hasekê û Qamişlo koçber dibin lê ew ne rast e û hejmara koçberan a tê eşkere kirin jî derew e. Her wiha Hiso amaje bi wê yekê jî kir ku ewê çareseriyê ji koçberiyê peda bikin û ewê nehêlin ku Rojava vala bibe. Di berdewamiya axaftina xwe de Hiso bicihbûna ereb û aşûriyan a li Rojava jî weke îddîa bi nav kir û tekez kir ku xelkê kurd ereb aşûrî bi hevre li hember DAIŞ’ê şer dikin û bi hevre li dijîn û tu xetere tuneye.

Wesayîta wezîr hat gulebaran kirin

Li hêla din êrîş û serkutiyên PYD’ê yên li ser nûner û endamên ENKS’ê jî berdewam dikin. Di 4’ê mehê de êrîş li Wezîrê Çandiniyê yê Kobaniyê hat kirin û di encamê de hevjîn û keçeke wezîr birîndar bûn. Li gor agahiyên hatine stendin di 4’ê îlonê de Wezîrê Çandiniyê yê Kantona Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê rastî êrişeke çekdarî hat. Li xala kontrolê ya Hêzên Aayişê li gundê Minazê yê Kobanê endamekî Asayişa Kantona Kobanê bi gule êrişî otomobîla Wezîrê Çandiniyê yê Mahmûd Bozan kir. Mehmûd Bozan Sekreterê PDKS’yê li Kobanê. Her wiha hat ragihandin ku di encama êrişî de hevjîna Mahmûd Bozan û keçeke wî ku di nav otomobîlê de bûn, birîndar bûne. Hat zanîn ku guleyek li hevjîna wî û guleyek jî li keça wezîr ketiye. Herdu birîndarên ji malbata Wezîrê Çandiniyê yê Kobanê bo nexweşxaneyên navçeya Pirsûs a Bakurê Kurdistanê hatin vuguhastin. Li gor agahiyên herî dawî hat zanîn ku her du birîndar ji nexweşxaneyên Pirsûsê ve bo nexweşxaneyên bajarê Rihaya Bakurê Kurdistanê hatine veguhestin û li wir tên dermankirin.



Basnews
Top