Kurdên Anatoliya Navîn; Dîroka ji hesreta Kurdistanê dagirtî!
Li gor lêkolîn û serçaviyên li ber destan kurdên Anatolya’ya Navîn di sedsala 15’an de ji welatê xwe ji Kurdistanê ber bi Anatolya’ya Navîn ve hatine sirgûnkirin. Her wiha sirguniya kurdên Anatolya’ya Navîn ji destpêka sedsala 15’an heta damezirandina Komara Tirkiye’yê berdewam bûye û zêdetirî 300 hezar kurd li Anatolya’ya Navîn hatine bicihkirin û bûne niştecihên Anatolya’yê.
Kurd li bajar û navçeyên Konya, Enqere, Kırşehir, Aksaray, Çankırı, Çorum, Tokat û gelek bajarên din ên Anatolya’yê niştecih in wan çand û kultura xwe parastiye. Kurdên Anatolya’ya Navîn her çend ji Kurdistanê hatibin sirgûnkirin û desthilatdarên serdemê hewldabin ku ew bêne xilandin û dev ji kultura xwe berdin jî ew bi îradeyeke mezin li çand, ziman, keleporê û nirxên Kurdistanê xwedî derketine û her guhê wan li ser Kurdistanê bûye. Wan her karesata li ser xelkê kurd ê Kurdistanê li ser xwe hesibandine û kêfxweşiya wan jî weke kêfxweşiya xwe eşkere kirine. Li hêla din beşdarî berxwedana azadiya Kurdistanê bûne û dilê wan her li Kurdistanê bûye û hema ji bo rojekê be jî dixwazin werin şûnwarên pîr û kalên xwe bibînin.
Çûna ber bî Kurdistanê ve
Kurdên Anatolya’ya Navîn beşdarî helmetên berxwedana Kurdistanê bûne û Kurdistan weke landika xwe eşkere kirine. Di gel sirgûnî û mişextiya bi salan zanyar û xwendayên kurdên Anatolya’ya Navîn li gel pirsên “Em ji kîjan bajarî ne? Navê eşîra me çi ye? Pismamên me gelo niha li ku ne? Berê xwe didin welatên dê û bavên xwe û li bersivên van pirsan digerin û dixwazin birîna di dilê wan de vebûye bi hembêzkirina Kurdistaniyên li Bakur û dîtîna cih û warên xwe bikewînîn. Taner Şahîn û Mustafa Aktaşê ji Gundê Kesikkoprü ya Balaya Enqerê ne jî dane dû kok û rehên neteweya xwe û serborî û çîroka xwe ji BasNûçeyê re eşkere kirin. Taner Şahin, ragihand ku dema ew li Enqerê xwendekar bû wî kurdên Bakurê Kurdistanê naskirine û fam kiriye ku ew ji Bakurê Kurdistanê hatine sirgûnkirin û li Anatoliyê hatine bicihkirin û herçend ew bi pişavtinê rû bi rû jî mabin wan dev ji nasnameya xwe bernedaye. Aktaş da zanîn ku dema wî serdana bajarê Rihayê kiriye ketiye rewşeke hestbar û ji xembariyê peyv nehatine ser lêvên wî û lal bûye.
Zilma kûdetaya leşkerî
Di berdewamiya axaftina xwe de Şahin da zanîn ku hesta niştimanperweriyê di salên 1970’yî de bi wî re peyda bûye û di wan salan de li gel ciwanên kurd li hev kom dibûn û wan ji bo çarenûsa welat beşdarî xwepêşandan û civînan dibûn. Şahin wiha berdewam kir: “Di dema me de DDKDO hebû. Em beşdarî civînên wan dibûn. Kurdan li Enqerê’yê konsert lidardixistin em diçûn wan konsertan. Me dizanî ku em hatine sirgûnkirin û li welatê dê û bavê me zilm heye. Nedibû em bêdengbûna û me tu tişt nekira.” Şahin amaje bi wê yekê jî kir ku ew di demsala zivistanê de li zanîngehê çalak bûye û di demsala havînê de jî diçûye gund û wî stran û keresteyên kurdên Anatolya Navîn berhev dikirin û wî stranên gelek dengbêjên kurdên Anatolya’ya Navîn berhev kiribûn û di dema kûdetaya 80’yî de arşîva wî wenda bûye. Şahin wiha domand; “Ez li bajêrbûm. Ez hatim girtin. Bavê min jî wê demê radibe arşîva min vedişêre. Bi dû re lê digere nabîne. Di destê min de gelek kasetên dengbêjan hebûn.”
“Ziman nasaname ye”
Taner Şahin bal kişand ser rewşa giştî ya li her çar parçeyên Kurdistanê jî û eşkere kir ku ew ji destkeftiyên li Başûrê Kurdistanê gelekî kêfxweş in û hêvî dikin ku Herêma Kurdistanê serbixwe bibe û li Rojavayê Kurdistanê jî aramî pêk were. Şahin her wiha daxuyand ku ew jî eşîra Ezika ya Sirûcê û Kobanê ne û di encama lêkolînan de ew gihiştiye wê encamê ku pismamên wî niha li Kobanê li hember DAIŞ’ê di berxwedana Kurdistanê de cîh digirin. Şahin amaje bi wê yekê jî kir ku herçend dagirkerên Kurdistanê xwestibe wan ji koka wan bike jî wan dev ji kurdbûna xwe û netewa xwe bernedaye û nasnameya netewî ew li ser piya hiştine.
Hesreta bavkalan
Her wiha Mustafa Aktaşê ji Gundê Kesiköprüya Bala ya Enqere’yê jî ragihand ku bav û kalên wî piştî Cenga Çaldiranê ji navçeya Sêwrega Rihayê hatine sirgûnkirin û li Balayê bicîh bûne û bavkalanê wan her tim ji wan re eşkere kiriye ku Anatolya Navîn ji wan re nabe war û bera berê wan her tim li Kurdistanê be û rojekê be jî vegerin cih û warê xwe û li wir bijîn. Aktaş her wiha da zanîn ku wî gotina bavkalanê xwe bi cîh aniye û ew di zivistana 2015’an de çûye Sêwregê. Aktaş behsa serdana xwe ya Bakurê Kurdistanê jî kir û wiha domand; “Bavkalan her tim digotin; ‘herin bibînin û nas bikin. Cîh û warê me ku der e.’ Ez rabûm û çûm. Min merivên xwe dîtin min xelkê me yê kurd dît. Hesteke cuda bi min re çê bû. Gotin nedihatin ser lêva min. Min xewna pîrên me bi cih anî. Ez çûm welat min hesreta di dile xwe derxist.”
“Me jî bibînin!”
Mustafa Aktaş di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi wê yekê jî kir ku wan pişaftin û polîtîkayên li ser xwe tu carî qebûl nekirine û wan her tim hewl daye ku çand û kultura xwe biparêzin. Aktaş bal kişand ser giringiya ziman jî û wiha berdewam kir: “Ziman perçeyek e ji nasnameya me. Eger zimanê me nebe wateya nasnameya me, kurdbûna me tuneye. Em bi ziman kurd in. Ez niha bavikên xwe dikolim. Em gihîştin şecereya xwe. Lê eger ziman nebe tu çi bikî jî bê wate ye.” Li hêla din Aktaş daxuyand ku divê partiyên siyasî yên kurd wan ji bîr nekin û bizanibin ku li Anatolya Navîn jî kurd hene û daxwaziyên wan jî bibînin û ji bo wan polîtîkayekê durist bikin. Aktaş her wiha ragihand ku divê nûnerên siyasî dema doza perwerdeya siyasî kirin divê wan jî bînin rojevê lewre ew li Anatolyê bi tenê ne û divê ew jî zimanê xwe biparêzin. Aktaş axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Hesta me ya neteweyî tim hebûye. Lê nûnerên siyasî yên kurd divê me jî bibînin dema behsa perwerdeya zimanê dayikê kirin bila me jî bibînin. Bila me bi tenê nehêlin.”
Basnews
