• Wednesday, 18 February 2026
logo

Kouchner: Başûr û Rojava dibin yek dewlet

Kouchner: Başûr û Rojava dibin yek dewlet
Bernard Kouchner, wek dostekî nêzîkî serokên kurdan tê naskirin, bi taybetî Celal Talebanî û Mesûd Barzanî, herwiha Dr. Ebdulrehman Qasimlû. Yek ji damezrênerê rêxistina Pijîşkên Bêsînor e.

Wezîrê Derve yê Fransa yê berê Dr. Bernard Kouchner di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê dilgiraniya xwe li hember rêjeya alîkariyên welatê xwe bo kurdan nîşan dide û dibêje, ew alîkarî pir kêm in û ne di asta pêwîstiyê de ne.

Bi dîtina Kouchner êdî tiştek bi navê rêkeftina Sykes Picot nema ye û gellek eger hene ku dîsa nexşeya Iraqê were xêzkirin.

Derbarê pirsa serxwebûna Kurdistanê de jî, Bernard Kouchner bi pêwîst dizane ku kurd beriya ku hizra serxwebûnê bikin, di serî de yekîtiyeke niştimanî di nava xwe de ava bikin. Herwiha dibêje, dibe ku serxwebûna Başûrê Kurdistanê ligel Rojavayê Kurdistanê yan beşek ji Rojava were ragihandin.

Rûdaw: Tu pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de di vê qonaxê de çawa dibîne?

Bernard Kouchner: Pêwendiyên wan pir baş in. Her ku diçe têkeliyên wan baştir dibin. Dostayetiyek kevin di navbera me de heye, ku vedigere beriya bi 10 salan. Bêguman niha ew pêwendî ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bihêztir in. Ji ber ku niha kurd şer dikin. Kurd û Hêzên Pêşmerge baştirîn hevpeymanê me ne di wî şerê li dijî tawanbarên DAIŞê de.

Rûdaw: Tu ji alîkariyên Fransa bo kurdan razî ye?

Na, ez ji rêjeya wan ne razî me, lê dîsa jî baş in. Pêwîst e alîkariyên zêdetir û baştir ji aliyê Fransa, Ewropa û hemû cîhanê pêşkêşî kurdan werin kirin, ji ber ku tenê ew milet di ber heman nirxên demokrasiyê yên me de şer û xebatê dike, lewma ez dibêjim têkeliyên me baş in, lê divê ew alîkarî û piştevanî bo kurdan zêdetir bibin, herwiha ji aliyê aborî ve jî alîkariya wan were kirin, bi taybetî ji aliyê firotina petrola wan ve, ji ber ku astengî li pêşiya kurdan derdikevin ku nahêlin bi serê xwe petrolê bifroş in. Pêwîstiya wan bi pereyan heye. Kurdan pêşwazî li sed hezaran penaber kiriye, lê ji ber kirîza xwe ya aborî nikarin alîkariya wan penaberan bikin. Ji aliyê têkeliyan ve, ez dilxweş im ku pêwendiyên Fransa û Hikûmeta Herêma Kurdistanê pir baş in, lê tenê ez ji astê wan pêwendiyan ne razî me, ji ber ku em wek pêwîst alîkariya wan kesan ên ku parêzgariyê li nirxên me dikin û li şûna me xebatê di ber wan nirxan de dikin, alîkariya wan nakin.




Rûdaw: Pêwîst e niha Fransa çi ji kurdan re bike? Bi taybetî ku niha kurd di şerê li dijî DAIŞê de ne?

Bêguman em nikarin behsa geşekirina kurdan ji aliyê aborî ve bikin bêyî ku em behsa geşekirina wan a siyasî bikin, herwiha em nikarin behsa geşekirina herdu aliyan bikin bêyî ku em di vî şerî de piştgiriya kurdan nekin. Ne metirsî ye eger rojkê Kurdistan bibe dewleteke serbixwe, em li dijî DAIŞê ne.


Rûdaw: Nêrîna xelkê Ewropayê ew e, ku eger hevpeymaniya navdewletî bixwaze, dikare niha DAIŞê jinav bibe. Gelo çima wê yekê nake?

Na ev ne karê welatê me ne, çekdarên DAIŞê misilmanên sunî ne, ku misilmanên wek xwe sunî dikujin, ji ber wê yekê gerek bi awayekî navxweyî û bi rastî xelkên navçeyê û deverê xebatê li dijî wan bikin. Ma êrişên wan çekdaran ne li welatê me ne, Fransa dûrî metirsiyê ye. Li Sûriyê jî mîna Iraqê xelk rûbirûyê êş û nexweşiyan bûne û jiyana xwe li ser dikin, lewma pêwîst e xelk jî li dijî wan bisekinin. Wa kurd berevaniyê di ber xwe de dikin, lê girûpên din vê yekê nakin, eşîrên sunî wek pêwîst vê yekê nakin. Niha îranî jî wî karî dikin û destkeftan bi dest tînin.


Rûdaw: Dema hûn şerê DAIŞê dikin, hûn berevaniyê li xelkê rojhilat (navçeyê) dikin yan xwe diparêzin?

DAIŞ dijminê hemû cîhanê ye. Ew hemû bikuj û tundrew û dilreq beriya her kesî dijminê hemû jinên cîhanê ne, hemû jinên cîhanê. Ev yek ne kêm e. Jin zêdetirî nîvê mirovatiyê ye. Piştre ew tawanbar dijminê welatên demokratîk in, lewma şerê wan ne tenê di stuyê me de ye. Rast e em dûr in, lê bêguman em dikarin bêjin metirsiyekî cîhanî heye, divê bersiva wê metirsiyê were dan, ne tenê ji aliyê Amerîkayê ve, lê belê ji aliyê Ewropa jî ve, lê mixabin Ewropa wek pêwîst li dijî wê metirsiyê nasekine.


Rûdaw: Gelo pêwîst nake Fransa û hêzên hevpeymaniyê bi çekên girantir alîkariyê Hêzên Pêşmerge bikin?

Ez ligel wê yekê me ku, divê çekên girantir bigihin destê Pêşmerge, bi taybetî rokêtên antî tank, ji ber ku tankên mezin li hemberî Pêşmerge şer dikin. Bi dehan tankên Artêşa Iraqê ketine destê çekdarên DAIŞê. Ez tişta ku ti dibêje pesend dikim, divê şervanên kurd û Pêşmerge werin biçekirin, çekên giran bikevin destê wan. Hêvîdar im ew yek pêk were.


Rûdaw: Çima ev biryar nayê standin?

Ji ber ku wek hûn dizanin rewş ne zelal e. Gerek yek bi xwe pispor be heta nas bike çi li Rojhilata Navîn diqewime. Rewş gellekî nearam e. Em ne leşkerên Qeter û Erebistana Siûdiyê ne, yan ne leşkerên Ebû Zebiyê ne. Tirk çi dikin? Çima eşîrên sunî wek pêwîst berevaniyê li xwe nakin? Ev yek rewşê aloztir dike. Herwiha guhertina hevpeymanan ji aliyê Amerîkayê ve, ku niha dostên Îranê ne. Tu ji vê yekê fêm dikî? Em wek Artêşa Fransayê, ji kevin ve li Afrîkayê şerê tundrewan dikin, tevî ku artêşa me pir bihêz e, lê hêza me sînordar e.

Ji aliyê siyasî jî ne ewqasî zehmet e ku em ji gelê Fransayê re zelal bikin ku çima pêwîst e em çekên zêdetir bidin kurdan, lê bi nêrîna min mixabin ku hêj me ev yek nekiriye. Lê niha di medyayên Fransayê de kurdan bi awayekî pir erênî xwe nîşan dane. Me rokêtên Mîlan dane kurdan, rast e ku me wek pêwîst nedane wan, lê dîsa jî me gihandine destê wan û me dîmen dîtin ku çawa otomobîlên DAIŞê têk birin. Diyar e ew ne bes e, lê biryar ne di destê min de ye.


Rûdaw: Nêzîkî 100 sal bi ser rêkeftina Sykes Picot re derbas dibe. Gelo emê di demeke nêzîk de Sykes Picoteke nû bibînin?

Ew guhertin li ber çavan e. Li ser erdê pêk tê. Êdî Sykes Picot bi dawî hatiye. Ew sînorê ku di nava welatan de hatibû xêzkirin, bi dawî hatiye. Gellek eger hene bo dûbare xêzkirina sînorên Iraqê. Bi nêrîna min, di çend salên bê de, dê çend perçekirinên cuda pêk werin. Ew beş dê berpirsyaretiya dewletê li xwe bigirin. Ez nizanim çawa, lê tişta ku heye, DAIŞê rewş bi awayekî mezin guhert. Niha Dewleta Îslamî heye, bê sînor û nearam e, nizanim çawa ber bi pêşve diçe, lê li ser erdê ew heye. Gelo Amerîka çi dike? Yan ligel Îranê rêkeftinê (5+1) dike? Niha siyaseta Îranê dê çawa be? Bi nêrîna min Îran jî dê şerê DAIŞê bike û berê jî kiriye. Gelo Beşar Esed dê ji kirîza Sûriyê bi giştî û kirîza Şamê bi teybetî rizgar bibe? Ez bi xwe nizanim, ev komek pirsyar in ku ti kes bersiva wan nizane.


Rûdaw: Xelkê navçeyê dibêjin Amerîka û Ewropa eger bixwazin dikarin her serokekî ji ser kursiyê wî bidin alî, çima Esed nadin alî?

Na em hikûmetan naguherin. Em welatekî demokrat in, pêwîst e xelk desthilatê biguherin, ev kar bi awayekî rêxistinî tê kirin. Niha li Fransa û çend welatên din ên Ewropayê hikûmet ji bin de tên guhertin, lê siyaseta welat nayê guhertin. Fransî baş mafên kurdan fêm dikin.




Rûdaw: Merc û pêwîstiya dewletê li Başûrê Kurdistanê heye?

Erê û ez hêvîdar im. Ez jî di wê baweriyê de me. Ez serxwebûna Kurdistanê dixwazim. Kîja Kurdistan? Kurdistana Iraqê? Kurdistana Sûriyê? Kurdistana Îranê? 20 milyon kurd li Tirkiyeyê dijîn. Ev yek pir zehmet e. Ez bawer nakim niha serxwebûnek bo hemû perçên Kurdistanê dê bi dest were. Ez bawer dikim ku bo Kurdistana Iraqê otonomiyeke bihêz an serxwebûn bi rêya referandûmê dê pêk were.

Piştre eger şoreşa Sûriyê ser ket, ez nizanim, lê tevî ku çend sal jê re divê, dibe ku serxwebûna Kurdistana Iraqê ligel Kurdistana Sûriyê yan jî ligel beşek ji Kurdistana Sûriyê be. Wek çawa Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan beriya demekê gotibû dibe ku federaliyek bo kurdan pêk were, ku ev yek mumkin e, lê dîsa ne ez biryarê didim. Bêguman ev pirsekî navdewletî ye, hemû cîhan wê yekê dizane ku parçeyên Kurdistanê ne amade ne ku hevdu bigirin, lê Kurdistana Iraqê bo aramiya navçeyê pir girîng e.

Ez di wê baweriyê de me ku eger referandûm were pêkanîn, % 80 ji kurdan dê dengê xwe bidin serxwebûnê, lê divê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi awayekî baştir hevahengî û têkeliyê ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bike û YNKê jî hevahengiyeke baştir ligel PDKê bike, lê di nava kurdan de ev yek berdewam zehmet e. Pirsgirêka yekbûnê li cem kurdan heye. Yekîtiyeke niştimanî bo bidestanîna serxwebûnê pir pêwîst e.

Bi baweriya min li navçeyê Kurdistana Iraqê û herwiha Kurdistana Sûriyê jî ji gelên navçeyê pir pêşkeftîtir in, ji aliyê demokrasiyê, hilbijartinan û ji aliyê wekheviya jin û mêran ve. Kurdistan ji hemû aliyan ve ji Rojhilata Navîn pêşkeftîtir e. Lewma bê ku serxwebûna jin û mêran bidest were serkeftin di şer de bidest nayê. Eger mana DAIŞê li navçeyê dirêj bike dê rewşeke awarte pêk were, lê bi nêrîna min divê di serî de bawerî bi kurdan zêdetir bibe û bileztir pêş bikevin, bo serxistina aramî û tenahî û demokrasiyê.


Rûdaw: Niha kurd li Başûrê Kurdistanê destûrekê dinivisînin, bi baweriya te pêwîst e ev destûr çawa be?

Ez dizanim hûn dixwazin çi binivisînin, lê ez dibêjim Kurdistan dikare serbixwe be, ew jî divê di serî de yekîtiyeke niştimanî rast di navbera hersê aliyên sereke li Başûr (PDK, YNK û Tevgera Goran) de hebe, ku ev yek pir girîng e bi taybetî eger hikûmeteke yekîtiya niştimanî pêk were û ev yek jî niha heye. Herwiha divê em bibînin rewşa tendirûstiya dostê min Celal Talebanî çawa dibe, lê cihê dilxweşiyê ye ku niha kesekî mîna Mesûd Barzanî heye, ku bo hemû cîhanê nîşana hêz û yekîtiyeke girîng e, lê divê di nava kurdên Iraqê de jihevtêgiheştinek hebe, yekîtiyek hebe, em dixwazin ew yek bilez pêk were ji ber ku şer heye, rewşeke awarte heye, metirsî heye. Piştre rewşa Kerkûkê heye, rewşa Mûsilê heye, pêwîst e hemû aliyên Kurdistanê pêkve kar bikin.

Rûdaw: Te behsa Barzanî kir, ti çawa dibîne ku Mesûd Barzanî careke din bibe Serokê Herêma Kurdistanê?

Ez derbarê wê yekê de tiştekî nizanim, ez bi xwe ne kurd im, ez dengê xwe jî li Kurdistanê di hilbijartinan de bikar nahînim, ew erkê kurdan e, ku guhertinê bikin. Eger dixwazin bila guhertinê bikin. Eger pêşniyarên din hene bila ligel dijbereya berê binirxînin, lê ez zanim rola dîrokî ya Barzanî çi ye û çawa bi zelalî biryar daye ku beriya her tiştî xebatê bo serxwebûnê bike û di heman demê de jî şerê DAIŞê jî bike.

YNK û Goran niha kesekî dîrokî di nava wan de tune ye, ji ber ku Celal Talebanî êdî nikare rola xwe bibîne, lê ew derfetek e ku Parlamentoya Kurdistanê roleke pir baş bibîne û partiyên Başûr li ser tiştekî lihev bikin.

Rudaw
Top