"Divê ereb rûpeleke nû bi neviyên Selaheldînê Eyûbî re vekin"
Rojnamavanê Siûdî Dawid El-Şeryan diyar kir ku kurd beşekî sereke ji civaka Sûriyê ne û di nava şoreşa Sûriyê de gelek qurbanî dan û got: ˮReşkirina navê kurdên Sûriyê û windakirina kurdan ji bo razîkirina Tirkiyê xisareteke mezine.ˮ Siryan da zanîn ku pêwîste ereb wekî berê hevkariya kurdan bikin.
Rojnamavanê Siûdî Dawid El-Şeryan yê bi nav û deng gotarek li ser Şoreşa Sûriyê û rola kurdan a di nava şroeşê ji Rojnameya Heyet El-Erebî re nivîsand. Şiryan di gotara xwe de balê dikşîne ser rola kurdan a ji destpêka şoreşa Sûriyê û dibêje ku gelê kurd bi tevî kurd ji destpêka şoreşa li dijî rêjîmê derketin jî lê hin aliyên opozisyonê wan cihê şubhetê girt dest.
El-Şeryandi gotara xwe de dibêje ku gelê kurd ku li herêmên Cizîrê, Heleb, Şam û Reqa jiyan dikin ji sedî 20’ê gelê Sûriyê ne û da zanîn ku rola ji destpêka şoreşa gel a Sûriyê de gelek aktîf û li pêş bû û ev tişt anî ziman: ˮEv 4 sal in gel kurd gelek qurbanî dan, ji destpêka şoreşê li dijî rêjîma Sûriyuê derketin û zulm û zora rêjîmê qebûl ne kirin. Lê tevî vê yekê jî hin aliyên opozisyonê wekî rêjîmê kurdan di şubhetê de girtin dest û wan wekî dijminên xwe hesab dikin.ˮ
Derbarê îdayên hin aliyên ku dibêjin kurd dixwazin ji Sûriyê veqetin El-Şeryan wiha dibêje: ˮRêjîma Sûriyê û gelek aliyên opozisyonê lihev dikin ku kurd ji bo ji Sûriyê veqetin kar dikin û dixwazin dewleta xwe ya serbixwe ava bikin. Hevkariya di navbera kolîsyoan li dijî DAIŞ’ê û kurdan wekî delîl ji îdayên xwe re digirin dest û wekî planên kurdan a li dijî xwe bi nav dikin. Şerê dawî û opersyonên kurdan wekî şerê kurd û ereban bi nav dikin. Rayedarên ereban şaştiyên xwe yên berê derheqê kurdan de pêk tînin. Dema şerê êrîşa Kiwêtê, Serokê Îraqê Sedam Husên li Helepça komkujî pêk anî. Wê demê hin kesan gotin di dawiyê de gelê ereb kêmasiyên xwe yên derbarê kurdan de dîtin. Di demeke kurt de nerînên wan bi bayê re firiyan.ˮ
Li ser rewşa kurdên Sûriyê jî El-Şeryan got ku gelê kurd li Sûriyê beşekî sereke ji civaka SÛriyê ne û ev tişt anî ziman: ˮRêveberên kurdan veqetandina ji Sûriyê wekî xeta sor digirin dest. Tewambarkirina kurdan bi pîlanên bi Emerîka re sozên Emerîka yên berê ku piştî karê wan bi kurdan re ne dima dest ji wan berdide dideriwîne. Emerîka ne amadeye ji bo kurdan Tirkiyê bixeyîdine. Ji bo wan bi Îran rê jî nakeve şer.ˮ
Li ser Rûsya û nîzîkariyên wan bi kuran re El-Şeryan ev tişt anî ziman: ˮDi herêmê de tu dostên kurdan nîne. Ji ber vê yekê pêwîste ereb helwesta xwe ya kevin vegerînin û bi bin hevkarên kurdan û wan himbêz bikin. Rûsiya di sala 1945’an de wan radestî Îranê kir, Tirkiyê li dijî wan komkujî pêk anî, Îran di sala 1976’an de kurd kirin bazara xwe û rêjîma Îraqê. Di dawiya salên 1990’î de Îran û Tirkiyê li dijî kurdan bûn yek. Îran Serokê PKK’ê dixwest û Îran jî di xwestin Tirkiyê Mucahidîn Xelq teng bike. Di nava siyasetên wan de kurd bûne qurban.ˮ
El-Şeryan da zanîn ku îdayên li dijî gelê kurd têne kirin ne di berjewendiya gelê kurd de ye û wiha dom kir: ˮDi vê demê de weşandina xerîteya Kurdistana Sûriyê, û îdayên têne kirin ku kurd li dijî ereban siyaseta tunekirinê dimeşînin, her wiha berxwedana gelê kurd wekî berxwedana bi rêjîmê re bi nav kirin, ni ji berjewendiya gelê Sûriyê ye. Lê belê pêwîste aloziya li Sûriyê gunehên ereban ên derheqê kurdan de bê dîtin û rûpeleke nû bi neviyên Selahedîn El-Eyûbî re bê destpêkirin.ˮ
Di dawiya gotara xwe de El-Şeryan destnîşan kir ku ji berjewendiya opozisyona Sûriyê ye ku bibin hevkarên kurdan û ev tişt destnîşan kirin: ˮKurd beşeke sereke ji civaka Sûriyê ne, Reşkirina navê kurdan û berxwedana wan ji bo piştgiriya TIrkiyê ne ji berjewendiya gelê Sûriyê ye. Ev îdayên û siyasetên li dijî kurdan nêzîkatiyek ne siyaseiye û şaştiya kuştiniyê ye.ˮ
Xendan
